PDK û Partiya Geşepêdanê ya Turkmanî: Em ji êrîşa ser Efrînê dilgiran in
Hewlêr-KDP.info- Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Partiya Geşepêdanê a Turkmanî li Kurdistanê dilgiraniya xwe li hemberî êrîşa Tirkiyê li ser bajarê Efrînê nîşan dan û hêvî kirin ku ew êrîş rawestin ji ber ku nakeve xizmeta aştî û aramiya navçeyê.
Îro şandeke Pêartiya Geşepêdanê a Turkmanî li Kurdistanê serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê kir û di wê hevdîtinê de pêşhatên dawî yên navçeyê û Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin û behsa piştevaniya navdewletî ji bo diyaloga Hewlêr û Bexdayê hat kirin, ku daxwaz tê kirin mafên destûrî yên Kurdistanê parastîbin.
Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê Hoşyar Sîweylî rola Pêartiya Geşepêdanê a Turkmanî li Kurdistanê di pirsa serxwebûn û referanduma Başûrê Kurdistanê bilind nirxand.
Di wê hevdîtinê de, herdû aliyan dilgiraniya xwe li hember siyaseta Hikûmeta Iraqê û binpêkirinên Heşda Şeibî li navçeyên Kurdistanî li Kerkûk û Xurmatû û navçeyên din nîşan dan, ku ew milîsên Şîe kar li ser guhertina demografiya navçeyên Kurdistanî û bi erebkirina wan dike û ev yek jî metirsiyeke mezin e. Lewma jî divê Bexda sînorekî ji wan karan re deyne û aştî li navçeyê bicih bibe.
PDK û Partiya Geşepêdanê a Turkmanî li Kurdistanê dilgiraniya xwe li hemberî êrîşa Tirkiyê li ser bajarê Efrînê nîşan dan û hêvî kirin ku ew êrîş rawestin û bi aştiyane ew nakokî bên çareserkirin, ji ber ku ew êrîş nakevin xizmeta aştî û aramiya navçeyê û tenê xelkê sivîl dibin qurbanî.



__2014_06_17_h20m56s51__BA.jpg)
