9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Peyama Serok Barzanî bo Cejna Cema ya Kurdên Êzdî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmeha 2026an ,Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya Cejna Cemayê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir û hêvî xwast ku hemû cejn û helkeftên xwe di nav aramî û tenahiyê de biborînin. Herwiha Serok Barzanî xwişk û birayên êzidî piştrast dike ku ew ê her tim piştevanê parastina maf û daxwazên wan ên rewa be.

Peyama Serok Barzanî bo Cejna Cema ya Kurdên Êzidî:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta Cejna Cema ya xûşk û birayên Êzdî, pîrozbahiyeke germ li civata rûhanî û oldar û hemî Êzdiyên Kurdistanê û cîhanê dikim.

Hivîdar im ku xûşk û birayên Êzdî hemî cejn û helkeftên xwe di aramî û tenahiyê de bi azadane bi ser bibin. Bi vê helkeftê xûşk û birayên Êzdî piştrast dikim ku em ê herdem piştgiriyê bidin parastina maf û daxwaziyên wan ên rewa.

Bimînin di xêr û xweşiyê de.

Mesûd Barzanî
6ê Cotmeha Yekê 202

Nûçeyên têkildar