Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.
Serok Mesûd Barzanî, li Pîrmamê pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê Heysem Elzehwanî kir.
Baregayê Barzanî diyar kir ku di wê hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya Îraqê, rewşa xizmetkariyan û hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de hat kirin.




