9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwaziya Xemîs Xencer û şanda pê re kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Roja Pêncşemê 1ê Cotmeha 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Xemîs Xencer û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de di derbarê rewşa giştî û astengiyên li pêşiya Iraqê di qonaxa dahatû de û hewldanên ji bo cîgîrkirina aramiyê li Iraqê de danûstandina bîr û ramanan hate kirin.

Her di hevdîtinê de behsa qonaxa dahatû ya Iraqê piştî bidawîhatina erkê hêzên hevpeymaniya navneteweyî hate kirin û ronahî xistin ser têkilî û hevahengiya di navbera hêz û aliyên siyasî yên Iraqê de.

Nûçeyên têkildar