9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di nav merasîmên ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê de gotarekê pêşkêş dike.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bi Navê Xudê yê Mezin û Dilovan
Serok û endamên Civata Zanîngeha Dihokê, mamostayên hêja û berkeftî, mêvanên qedirgiran, kesûkarên serbilind ên şagirdan, şagirdên xweşevî û derçûyên gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê, ez gelek dilxweş im ku îro ligel we di vê ahengê de pişkdar im. Ez pîrozbahiyeka germ li şagirdên xweşevî dikim, ji bo vê serkeftina mezin îro em ahenga derçûna wan dikin. Pîroz be, li we.

Ez gelek spasiya mamosta û Serokê Zanîngehê û fermanberên vê zanîngeha dikim, ji ber westiyana wan. Ez dizanim wan çend xwe westandiye, ji bo hindê ku astê xwandinê li vê zanîngehê ber bi pêş ve bibin û gelek çaksaziyên baş di astê xwandinê de kirine. Careka dî ez spasiya we dikim û Xudê qwetê bide we.

Ez spasî û destxweşiyan pêşkêşî kesûkarên şagirdên xweşevî jî dikim, ji ber piştevanî û westiyana wan.

Bêyî wan, belkî ev serkeftin ji bo şagirdan hêsan neba. Piştevanî û xemxweriya we ye ku bûye sedema hindê ku şagird îro bi serbilindî li beranberî we rawestin û serê we û me hemiyan bilind bikin. Ez destxsweşiyê li we dikim û vê serkeftinê li kesûkarên hemî şagirdan pîroz dikim.

Ez pîrozbahiyê li şagirdan dikim, ji ber westiyan û zehmeta wan ji bo vê destkeftiya mezin, ku bê guman dê derbaz bibin qonaxeka dî ji jiyana xwe û belkî hin ji wan bixwazin xwandina xwe berdewam bikin û astên bilindtir ên zanistî werbigirin.

Hin ji we jî dê vegerin nav civakê û dê bibin kesên bibandor ku dixwazin xizmeta welatê xwe bikin.
Ev zanîna we wergirtî dê di destê we de bibe kereste û alavek, ku hûn bikarin zêdetir xizmeta xwe, kesûkarên xwe û welatê xwe bikin. Zanist tiştekê baş e bes zanist bê viyana welatî ne temam e. hêviya min ew e ku çend hûn fêr bibin, çend bixwînin, ji welatê xwe jî hez bikin, daku hûn bikarin zêdetir xizmeta welatê xwe bikin.

Welatê we li benda we ye. Paşeroja welatê we di destê we de ye, hûn dê bikarin welatê xwe zêdetir ava bikin, baştir bikin û ber bi pêş ve bibin.

Guhê xwe nedin ti kesekî û rêyê jî nedin ti kesekî ku we bêhêvî bike, guhê xwe nedin ti kesekî ku wesa li we bike ku we ji viyana welatê we dûr bike.

Em xelkê vî welatî ne û axa me û welatê û destkeftiyên me berhemê xwîna şehîdên me û westiyana Pêşmergeyên me ye, ku gelek ji wan kesûkarên we ne. Ji bo bilind nirxandina xizmeta van şehîd û Pêşmergeyan û qurbanîdana wan, divê em welatê xwe û van deestkeftiyan biparêzin û ev berpirsyarî ji îro pê ve dikeve ser milên we.

Hêviya min ew ku ji bilî wê yekê ku hûn ji welatê xwe hez bikin, divê hûn biparêzin jî. Divê hûn jîngehê vî welatî jî biparêzin ji ber ku parastina jîngeha me ji bo çêkirina welatekê saxlem û ava û paqij dê ji bo nifşên di dû we re jî tên baştir be.

Xûşk û birayên hêja û xweşevî, ez dizanim ji bo we hêsan nebûye û hûn dixwazin ku di nav civak û civatên xwe de rola xwe bibînin û zêdetir xizmeta welatê xwe bikin. Ti welatek di dinyayê de ava nebûye, bêyî ku xelkê wî welatî ji bo welatê xwe zehmet kêşabe û xwe westandibe. Ti kesek jî ji derveyî welatê wan nehatiye xizmeta wan bike, ew biryara wan bi xwe bûye ku welatê xwe ava bikin.

Ji niha û pêve jî her tiştekê bibe, biryar di destê we de ye û guhê xwe nedin ti kesekî. Hûn dikarin welatê xwe ava bikin, hûn dikarin zêdetir pêş ve bibin, ya li ser hikûmetê ew e ku alîkariya we bike û derfetan ji bo we rêk bixe. Ev pêşkeftinên hûn vê gavê li Kurdistanê dibînin bêyî asteng nebûne.

Gelek rê li me hatiye girtin, eger ne îro Kurdistana me dê li qonaxên baştir û pêşkeftîtir jî ba. Gelek nehezên me çav bi serkeftin û pêşkeftinên me ranabin û biav kiriye ku nehêlin em pêş bikevin û bi ser bikevin, lê xweragiriya gelê me û xweragiriya we û zehmeta we û qurbanîdana Pêşmergeyan û kesûkarên we bûye sedema wê yekê ku Kurdistan roj bi roj pêşkeftîtir û serkeftîtir be.

Ev li ser we dimîne, biryar di destê we de ye ka hûn çend dixwazin ji niha û pêve xwe biwestînin. Wekî hikûmet me hemî bizavên xwe kirine û em dê berdewam jî bin, ligel hikûmeta federal jî, ji bo hindê ku zêdetir alîkarî ji bo derfetên karî û damezrandina derçûyên zanîngehan bê kirin.

Mixabin ji sala 2013ê heta niha, hikûmeta federal rê nedaye ku ti kesek li Herêma Kurdistanê bê damezrandin, lê em ranewestane. Hindî ev projeyên li vê derê tên kirin berhemê zehmeta we bi xwe ye. Kertê taybet li Herêma Kurdistanê ligel hikûmetê bû alîkar, ji bo hinfê ku em bikarin pêngav pêngav ber bi pêş ve biçin û ti rêgirek wesa neke ku karwanê pêşkeftinê li Herêma Kurdistanê raweste.

Em dê ligel hikûmeta îro jî berdewam bin, ji bo hindê ku mijara damezrandinê liser astê hikûmeta federal bê çareserkirin daku em bikarin vê derfetê zêdetir ji bo derçûyîyan û xelkê Kurdistanê zêdetir bikin, lê ev tenê têra nake, bernameyên hikûmetê ew in ku em derfetên karî li kertê taybet zêde bikin. Em alîkariya kertê taybet bikin ku ev kert bikare roj bi roj ber bi pêş ve biçe û zêdetir derfetan bo we peyda bike daku hûn bikarin di warê karê xwe de titşê we xwandî û zanîn û şarezahiya xwe zêdetir kar bikin.
Ev sozekê ku em dê li ser wê berdewam bin, daku em alîkarên hev bin. Hûn çend li benda hikûmetê ne, em jî hind li benda zehmet û piştevaniya ne. hikûmet tiştek nîne ku ji we cuda be, parek ji we ye. Hûn hikûmetê pêk tînin, paşeroj li pêş we ye cihê we dê di hikûmetên paşerojê de hebe. Hûn dê welatê xwe ber bi wê astê ve bibin ya hûn dixwazin.

Careka dî hêviya min ji we ew e ku hûn ligel hev û ligel hikûmeta xwe alîkar bin û rêyê nedin ku ti kesek we bêhêvî bike. Em ne diwestin ne bêhêvî dibin û roj bi roj jî em dê bi ser bikevin.

Ez hez dikim li vê derê behsa hin mijarên taybet ên îro bikim, ku ji we tevan giring in. Yek ji wan peywendiyên me yên ligel hikûmeta federal in. Ligel vê hikûmeta nû, me pêngavên baş avêtine û peywendiyên me ber bi çareserî û baştirbûnê ve diçin. Me piştevaniya xwe bo Serokwezîrê Îraqê û hikûmeta nû ragihandiye û ew dizanin ku daxwaza me bicihanîna destûrî ye û şertên me ji bo piştevaniya berdewam bicihanîna destûrî û berhevkirin û bicihanîna hemî mafên xelkê Kurdistanê ye û em dê li ser berevanîkirina ji mafên gelê xwe di her warekî û her demekê de berdewam bin. Vê gavê gelek ji arêşeyên ku hene hatine çareserkirin û gelek jî mane, lê em dê berdewam daku ew jî bên çareserkirin.

Di van çend rojên borî de we dît ku hêzên Hevpeymanan erkê xwe bidawî anî, wekî erkê Hevpeymaniya Dijî Şerê DAIŞê. Em bi navê xelkê Kurdistanê, bi navê we hemiyan, spasiya hêzên Hevpeymanan dikin, ji bo piştevanî û alîkariya wan ligel hêzên Pêşmergeyan, ku di şikandina hêza terorê de hêza şerker bûn. DAIŞ bi destê Pêşmergeyan hat şikandin.

Rast e ku alîkariya Hevpeymanan gelek bû ku alîkariya Pêşmergeyan bikin, lê qehremanên şikandina terorê Pêşmerge bûn, ku ew Pêşmerge jî kesûkarên we bûn. ji ber hindê jî, em careka dî hem spasiya Hevpeymanan dikin û em gelek spasiya Pêşmergeyên xwe dikin, ji bo vê destkeftiya mezin ku hemî dinya pê serbilind e.
Em spasiya Hevpeymanan dikin lê ez hez dikim hûn vê yekê jî bizanin ku madem em xwedanên van Pêşmergeyan in, Kurdistan parastî ye. Ti carekê bila ti kesek dilê xwe nebe hindê ku Kurdistan piştî Hevpeymanan ji bo dijmin û nehezên me bibe pariyekê hêsan. Kurdistan bi destê Pêşmergeyan hatiye parastin û bi destê Pêşmergeyan dê ava û parastî jî bimîne.

Derketin an jî temambûna erkê Hevpeymanan wê manayê nade ku peywendiyên me bi Hevpeymanan re bidawî bûne. Awayê peywendîkirina bi Hevpeymanan trere hatiye guhertin, erkê Hevpeymanan şerê dijî DAIŞê bû, lê peywendiyên me li ser asta Îraqê û Herêma Kurdistanê ligel Hevpeymanan dê bi rengekê dî berdewam bin.  Ev peywendî dê berdewam bin, piştevaniya welatên dostên me ji bo Herêma Kurdistanê dê berdewam be, lê dîsa jî ez dubare dikim ku pişta me bi Xudê, Pêşmergeyên me û we germ e.
Bi hezkirina Xudê, ev baweriya di nav gelê me de dê berdewam be. Hem baweriya we ji bo hikûmetê serbilindî ye hemî jî baweriya hikûmetê bi we ji bo me serbilindî ye, ji ber hindê jî çend ev peywendî bihêztir bin, hind jî hevpeyman û dostên me dê bikarin zêdetir alîkar bin.

Xûşk û birayên hêja, mijara dî yak u min divêt îro pêşkêşî we bikim mijara pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Vê mehê du sal dê di ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê re derbaz bibin. Mixabin piştî du salan hêşta ne parlamento hatiye çalakkirin, ne jî hikûmet hatiye pêkanîn.

Dom dirêj bû û bi rastî ev tişt ne bi dilê me ye. Me roja piştî hilbijartinan daxwaz kiriye ku parlamento rûne û hikûmet bê pêkanîn. Em herdem amade bûne û destê dostîniyê jî me ji bo hemî wan aliyên siyasî dirêj kiriye yên ku dengê xelkê Kurdistanê wergirtiye û endamên parlamentoyê hene hem parlamentoyê çalak bikin hemî jî hikûmetê pêk bîbin.

Divê pêkanîna hikûmetê rengvedana encamên hilbijartinan be, her çend e em gelek amade bûne û vê gavê jî ema made ne ku zêdeyî heqê aliyên dî jî em hêsankariyan ji wan re bikin. Em amade ku gelek heqên xwe jî ji bo wan bihêlin, ji bo berjewendiya gelê me û ji bo aştî û avadaniya welatê me, daku hikûmet bê pêkanîn.

Ti sedemek nîne ku piştî du salan hêşta parlamento karê xwe neke û çalak nebe. Eger mirov bifikire ka çima parlamento nayê çalakkirin û hikûmet nayê pêkanîn, divê aliyekî berjewendî di vê yekê de hebe. Desthilatdariyekê bike, bêyî ku li beranberî gelê xwe û hikûmetekê berpirsyar be, belkî dixwaze ev rewş bi vî rengî berdewam be. Bi rastî nabe gelê Kurdistanê zêdetir ji ti hêzeka siyasî qebûl bike ku yariyan bi çarenivîsa gelê me bike.

Endamên parlamentoyê nûnerên dengên xelkê Kurdistanê ne û berpirsyariya her endamekê parlamentoyê ye ku ji bo wan dengên xelkê Kurdistanê daye dilsoz be û îro bê li parlamentoyê rûne û berevaniyê ji daxwazên gelê xwe bike.

Me divêt parlamento bê çalakkirin ji ber ku rûniştina parlamentoyê pêngava yekê ye ji bo pêkanîna hikûmetê. Daxwaza me ew ku careka dî berjewendiyên gel û welatê me bi ser berjewendiyên partî berteng ên şexsî bixin, destan ji destkeftiyên xwe yên şexsî berdin û li ser berjewendiyên gel û welatê xwe bifikirin û destê xwe bikin di destê me de, parlamentoyê çalak bikin û hiûkmetê jî pêk bînin, ji ber ku bêhnfirehiya me jî tixûbek heye û me divêt em ligel gelê xwe û dengderên xwe rastgo bin.

Me divêt ev hikûmet bi zûtirîn dem pêk bê ema made ne jî ku hemî alîkariyan ji bo aliyên xemxwerên vî xelkî û welatî ne bikin û em pêkve ber bi avakirin û zêdetir destkeftiyan pêngavan biavêjin.
Xûşk û birayên hêja, min gelek dirêj kir be min hez kir van gotinan di xizmeta we de bikim ji ber ku hûn dê derbaz bibin jiyaneka nû. Qonaxa xwandinê temam bû, hûn dê rûbirûyî van asteng û berbestan bibi, lê gelek derfet jî dê ji bo we bên pêş. Xwandin ne tenê ew ku mirov kitêbekê bixwîne an jî zanistekî fêr bibin. Dema hûn tên zanîngeha, hûn xwe amade dikin ka dê çawa hûn bikarin we rol hebe bandora we li ser civat, civak û gelê we diyar bibe.
Me divêt Kurdistana me sal bo salê ber bi pêş ve biçe, li ser asta xwandinê me pêngavên baş avêtine. Desteya Bawerîdanê li Encûmena Wezîran hat damezrandin daku astê xwandinê bi pîver û standardeka navdewletî ber bi pêş ve bibe. Ez dibînim ku encamên zanîngehên me sal bi sal baştir e û xwandin li Herêma Kurdistanê ji asta seretayî heta zanîngeha pêş dikeve, lê hêj li dû daxwazên me nîne. Hêviya me ew ku Kurdistan ti caran ji pêşkeftinê raneweste û ev pêşkeftin jî dê li ser destê we çê bibe.

Careka dî ez destxsweşiyê li we dikim û vê serkeftinê li we tevan pîroz dikim. Her serkeftî bin, îro û hemî rojên we pir bin ji destkeftî û serkeftinan û Kurdistana me jî her ava be.

Nûçeyên têkildar