Peyama Serok Barzanî ji bo salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info: îro 21ê Îlona 2026an, Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 56emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û rola dîrokî ya mamosteyên olî di xebat û şoreşa gelê Kurdistanê de bilind nirxand.
Naveroka Peyama Serok Barzanî:
Bi boneya derbasbûna 56 salan li ser damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê pîrozbahiyeke germ li serok û endamên mekteba cîbicîkar û encumena navendî ya Yekîtiya Zanayan û hemû mamosteyên ola pîroza Îslamê li Kurdistanê dikim.
Damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê bi raspardeya Barzaniyê Nemir biryareke dîrokî bû ji bo bihêzkirina rola mamosteyên olî di şoreş û xebata gelê me de. Mamosteyên olî herdem sengereke bihêz a berevanîkirina ji mafên rewa yên gelê Kurdistanê û kûrkirina hizra niştimanperweriyê bûne û peyama Xudaperestî û dîndarî û lêborînê û nermrewiyê û pêkvejiyanê belav kirine.
Rêz û hûrmeta min a bêdawî heye ji bo ked û qurbanîdana mamosteyên olî di rabûrî û niha de. Hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo hemûyan dixwazim di cîbicîkirina vê peyama pîroz û rênîşanî û arastekirina civakê de.
Xwedayê mezin pişt û penaya me hemûyan be.
Mesûd Barzanî
21'ê Îlona 2026




