Pêdviya kurdan bi gotareke neteweyî heye..Ti girêk li pêşiya xewna mezin nasekine

Holenda-KDP.info- Di çarçoveya wê serdana dêplomatîk ya Hêmin Hewramî Endamê Serkirdatiya PDKê bo Ewropa, jibilî karên diplomatic ligel partiyên siyasî yên welatên Ewropayê, ji nêzîk ve ligel hemû berpirên rêxistin p endamên navendên PDKê li Holenda civiya.
Di wê kombûnê de jibilî behskirina pêşhatên dawî yên navxwe li Herêma kurdistanê, Hêmin Hewramî bi hûrî behsa hemû hevkêşeyên siyasî yên herêmî û cîhanê li ser rewşa Başûrê Kurdistanê kir.
Hewramî stratîjiya PDKê li hember wan pêşhatan bo amadebûyan zelal kir û da zanîn ku, PDKê di hemû deman de hewla çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalog û gotûbêjan daye û bi erênî zaniye û Herêma Kurdistanê û perçên din ên Kurdistanê niha pêdviya wan bi gotarekî neteweyî heye, herwiha PDKê berdewam serê rim bûye bo vê pirsê û hewl daye berjewendiya kurdbûnê bixe pêşiya hemû berjewendiyên din, da ku di dariştina nexşeya nû ya navçeyê de kurd wek çawa niha roleke berçav dibînin, êdî her wê role bibînin.
Hewramî wiha domand, ku destkeft berçav in û nabe bibin qurbanî berjewendiyên welatan û hişyarî da kadroyên PDKê li wî welatî ku PDKê wek hêzekî neteweyî mezin li ser asta Kurdistanê roleke mezin dibîne û erkekî mezin li ser milê wê ye, lewma divê berdewam parêzerê mafên neteweyî yê kurdî bin.
Wî endamê serkirdatiya PDKê di wê kombûnê de herwiha behsa pêşketinên yek li pey yek yên Hêzên Pêşmerge kir û ew yek da zanîn ku, her girêkek bê pêşiya xwena mezin, bi awayekî kurdî û PDKeyî dê were jinavbirin, vêga eger ew girêk navxweyî be yan derekî.


__2014_06_17_h20m56s51__BA.jpg)
