Hewramî: Em rijdin li ser çareserkirina kêşeya madeya 140, bûdceya pêşmerge û kêşeya petrolê

Hewlêr-KDP.info-Hêmin Hewramî, berpirsê peywendiyên derve yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) bi cuda li gel şandeke Romanî û nunerê NY yê li Kurdistanê civiya û ragihand ku Kurd rijdin li ser çareserkirina kêşeya madeya 140, bûdceya hêzên pêşmerge û kêşeya qanûna petrol û gaze.
Îro çarşema 4.6.2014 li Hewlêrê berpirsê peywendiyên derve yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) Hêmin Hewramî ligel Mîhatiye Înî, berpirsê nivîsgeha Konsulusxaneya Romanyayê yê li Kurdistanê civiya.
Di wan her du civînan de Hewramî behsa rewşa niha ya Kurdistanê, deverê bi giştî û peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û balkêşande ser guhertinên heyî yên di warê siyasî yên li Iraqê de ên ku piştî hilbijartinan tên kirin.
Berpirsê peywendiyên derve yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) Hêmin Hewramî eşkere kir ku tevahiya aliyên Kurdistanî li ser pêk anîna hikûmeteke şeraketî û nîştimanî li Kurdistanê de xwedan yek helwestên.
Herwiha derbarê beşdarîkirina Kurdan di hikûmeta fedral ya Iraqê de jî Hewramî behsa ev komîteyê kir ku bi biryara Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bo pêkanîna danûstandinan li gel aliyên siyasî yên Iraqê re hatiye damezrandin û tekez li ser wê yekê kir ku Kurd daxwaza çareserkirina hin kêşeyên hilwastî yên sereke weke madeya 140, bûdceya hêzên pêşmerge û kêşeya qanûna petrol û gazê dike û rijde li ser çareserkirina wan kêşeyan.
Herwiha di hevdîtinekê din de Hêmin Hewramî pêşwazî li Sokol Kondî nunerê Neteweyên Yekgirtî NY yê (FN) li Kurdistanê kir.
Berpirsê peywendiyên derve yên (PDKê) behsa nêrînên Partiya Demokrat a Kurdistanê derbarê rewş û aloziyên Iraq û Kurdistanê kir û li ser pêkanîna kabîneya heştem ya hikûmeta Kurdistanê û beşdarî kirin di hikûmeta Iraqê de sekinî.



__2014_06_17_h20m56s51__BA.jpg)