9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Pêwendîyên Giştî

PDK: Her 5 welatên Encumena Asayişa Navdewletî dijayetiya referandumê nakin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê Hoşyar Sîweylî dibêje, heta niha ti welatelekî dijayetiya proseya referanduma Başûrê Kurdistanê nekiriye, nexasim jî her 5 welatên endamên berdewam di Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê, lewma jî ev prose dê her di dema xwe de lidar bikeve û veger jê tune ye.

Hoşyar Sîweylî ji malpera KDP.info re ragihand: “Helwesta civaka navdewletî li ser referanduma me bi şêweyekî gişt, erênî ye û ti welatekî bi awayekî fermî dijayetiya referanduma Başûrê Kurdistanê nekiriye. Herwiha em helweta Tirkiyê nerênî nabînin. Welatên din jî yên ku bi fermî nêrîna xwe diyar kirine, ne li dijî referandumê ne. Lewma jî emê referanduma xwe bikin û dema ku em referandumê jî bikin dê helwesta civaka navdewletî baştir bibe.”
Sîweylî wiha got: “Pêwîstiya me bi piştgiriya navdewletî heye dema ku em serxwebûna Kurdistanê rabighînin, nexasim jî endamên berdewam ên Encumena Asayişê, ku herî kêm vîtoyê li dijî me bikar neynin, lewma jî heta niha helwesta her 5 welatan erênî ye.”
Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê derbarê helwesta Amerîka jî ragihand: “Amerîka ti zexit nexistiye ser me ku em ji vê proseyê peşvekişin. Tenê li ser dema wê nêrîna wê cuda ye. Amerîka ditirse şerê li dijî terorê sist bibe, lewma jî dibêje bila referandum paş bikeve, lê Serok Barzanî ew ji wê yekê piştrast kirine.”
Hoşyar Sîweylî tekez kir ku ger li ser asta navxwe hemû aliyên siyasî yekhelwêst bin û pêkve kar bikin ji bo serxistina referandumê, dê pêngaveke pir girîng be û helbet jî PDK kar li ser wê yekê dike.

Nûçeyên têkildar