Hêmin Hewramî: Sînorê Kurdistanê parastiye û kurd nabe beşek ji milmilanî û şerên mezhebî
__2014_06_17_h20m56s51__BA.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Berpirsê mekteba peywendiyên derve ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) ragihand ku Sînorê Kurdistanê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve parastiye û kurd nabe beşek ji milmilanî û şerên mezhebî yê li Iraqê.
Hêmin Hewramî, Berpirsê mekteba peywendiyên derve ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) pêşwazî li Yiron Kîldêr Hawis berpirsê ofîsa balyozxaneya Holenda ya li Hewlêrê, kir.
Di wê civînê de Hewramî tekez kir ku Kurd nabe beşek ji aloziyên tayîfî û mezhebî yên navbera Sûne û Şiyan de, lê parastina sînor û xaka Kurdistanê û dabînkirina aramî û asayişê ji bo kurdistanê bi erkê xwe dizanin.
Endamê encûmena serkirdayetiya PDKê herwiha got: Kurdistan deverke aram û seqamgîre ji bona dîplomatkar û kompanyên navdewletî yên ku li Kurdistanê kar dikin û ew yek jî vedgere bo parastina van navçeyan ji aliyê hêzên pêşmerge ve.



