Şaxa PDKê li Ewropa sersaxî ji malbata Dr. Silêman re xwest

Hewlêr-KDP.info- Şaxa 6 ya PDKê li Ewropa sersaxî ji malbata Pêşmergeyê şehîd Fermandar Seid Çurukaya re xwest ragihand, jidestdana Dr. Silêman, jidestdana qehremanekî din ji qehremanên Kurdistanê ye, ku bi dest û zend û xwîna wî û şehîdên din ên şerê terorê dîwarê reş ê DAIŞê hat herifandin.
Pêşmergeyê xwebeş ê ji Bakurê Kurdistanê Dr. Silêman ku navê wî resen Sait Çurukaya ye, di operasyona Mûsilê de di encama teqîna mînekê de bi giranî birîndar bibû, îro li Almanyayê şehîd bû. Şaxa 6 ya PDKê li Ewropa jî di daxuyaniyekê de sersaxî ji malbata wî re xwest.
Di wê daxuyaniyê de hatiye, Bi dax û xemekî mezin nûçeya şehîdbûna fermandarê Pêşmerge Dr. Silêman gihîşt me, ku ji ber giranbûna birîna wî îro danê sibehê li nexweşxaneya leşkerî ya Koblenz – Almanya jiyana xwe ji dest da.
Şaxa 6 ya PDKê li Ewropa di daxuyaniya xwe de ragihand, “Wî fermandarê Pêşmerge her di yekem roja êrişa DAIŞê li ser Kurdistanê de, tevlî refên Hêzên Pêşmerge bû wek xwebexşek di karê pûçkirina mayîn û otomobîlên bombekirî de. Di serî de yekeyekî leşkerî bi bandor pêk anî û roleke mezin dît di rizgarkirina navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de.”
Şaxa PDKê li Ewropa ragihand, “Jidestdana Dr. Silêman, jidestdana qehremanekî din ji qehremanên Kurdistanê ye, ku bi dest û zend û xwîna wî û şehîdên din ên şerê terorê dîwarê reş ê DAIŞê hat herifandin. Em ji malbata şehîd û meriv û hevalên wî re dibêjin, em di vê nexweşiya we de hevbeş û hevxemê we ne û em ji Xwedayêmezin lavekar in ku wî têxe buheşta xwe ya mezin de.”



__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)
