9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Hêmin Hewramî: Xwekandîdkirina Malikî vegerandina Iraqê ye bo berya sala 2003 an

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Berpirsê mekteba peywendiyên derve ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê), di civînekê de ligel konsolî giştî yê Birîtaniya li Hewlêrê ragihand ku xwekandîdkirina Malikî ji bo wîlayeta sêyem û dirêjkirina awayê siyaseta 10 salên borî, bi manaya vegerandina Iraqê ye bo berya sala 2003.

Hêmin Hewramî, endamê Encûmena Serkiratiyê û berpirsê mekteba derve ya (PDKê) û hijmarek ji endamên mektebê, pêşwazî li konsolî giştî yê Birîtaniya li hewlêrê Engos Mikkî kir.

Di wê hevdîinê de Hêmin Hewramî nêrîn û sitraîjiyeta PDKÊ û serokatiya Kurd zelal kir û behsa wê rastiya niha kir, ku piştî 10ê hizêranê dirus bûye, û got: “Beşdarbûna frakisyonên Kurdistanî di hikûmea nû ya Iraqê de, nayê wataya axaftin li ser navçeyên madeya 140 û Pêşmerge û petrol û gazê, niha qonaxeke nû çêbûye, ku bandora xwe li ser awayê hikûm li Iraqê û peywendiyên Kurdan ligel pêkhatên din ên Iraqê heye.”

Hewramî herwiha tekez kir ku xwekandîdkirina Nûrî Malikî bo wîlayeta sêyem dê Iaqê vegerîne ji bona tekrewiyê û dûbarebûna ezmûna pêş 2003yê.

Ji aliyê xwe ve, konsolî giştî yê Birîtaniya dilxweşiya xwe bi pêşketina peywendiyên navbera hikûmeta Birîtaniya û Herêma Kurdistanê derbirî û diyar jî kir ku nabe pêgeha Kurd ji nivre were piştguhxistin, herwiha hewlên hêzên Pêşmerge û helwîsta serkirdatiya Kurd li dijî terorê bilind nirxand û got: “Çûna Serok Barzanî ji bo nav parlamentoya Kurdistanê û guhgirtin li perlemanterên welatê xwe, nîşana belavbûna dîmokrasiyê ye li Kurdistanê.”

Nûçeyên têkildar