9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Serbest Babîrî: Serok Barzanî ji mere gotiye ku bila Tirkman birçî û şeveder nemînin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info-Serokê Şaxa Şingalê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) Serbest Babîrî ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji wan re gotine ku bila Tirkman birçî û şeveder nemînin, cih bidin wan, mazûvanî û alîkariya wan bikin.

Endamê Lîjneya rêveberiya Heyva Sor a Tirk, Kamîl Kolabaş û şandeya pê re, serdana Tirkmanên ku malên xwe bi cîhiştine û xwe sipartine Şingalê kirin.

Kolabaş serdana Serbest Babîrî, Serokê Şaxa Şingalê ya PDKê kir û herdu alî li ser mijara alîkariya ji bo Tirkmanan gftûgokirin.

Piştî serdanê Babîrî ji AAyê re diyar kir ku ew wekî xelkê Şingalê, xwedî li Tirkmanên ku xwe spartin wan derketin û wiha dewam kir: "Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji mere gotin ku bila Tirkman birçî û şeveder nemînin, cih bidin wan, mazûvanî û alîkariya wan bikin, xelkê Şingalê jî Tirkmanan di mala xwe de xweyî dikin, lê yên mayî jî li dibistan û mizgeftan hatin bicihkirin, Em li gel Tirkiyê alîkariya wan dikin."

Babîrî diyar kir heke ku destê alîkariyê neyê dirêjkirin ew ê gelekî tengasî bikşînin û wiha pê de çû: "Ji xwe gelê vê derê xizan e, Zarok ji ber germê dimirin, helbet heta niha xwe ji alîkariyê nedan alî, lê barê me gelekî giran edivê alîkariya van mirovan bê kirin."

 

Nûçeyên têkildar