Berpirsê liqa 1 ya PDKê: Pêwîste kadirên me di xizmetkirina xelkê de pêşeng bin
__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)
Dihok-KDP.info- Piştî encamdana hilbijartinên (30)ê nîsanê bo encûmenên parêzgehan û destinîşankirina Serok û endamên nû bo civata parêzgeha Dihokê, li baregayê liqa yek ya Partiya Demokrat a Kurdistanê, endamê civata serkirdayetîya PDKê û berpirsê liqa yek ya partî Ebdulxaliq Babîrî, pêşwazî li Serok û endamên encûmenê parêzgeha Dihokê yên kevin kir.
Berpirsê ragehandina liqa yek Masûd Sernî, ji KDP.info re got: “Berpirsê liqê yek ya partî pêşwazî li serok û endamên encûmena parêzgeha Dihokê yên kevin kir û di kombûnê de Ebdulxaliq Babîrî sipasiya serok û endamên berê yên encûmenê parêzgeha Dihokê kir bo kar û xizmeta wan kirî û pêşkêşî xelkê parêzgeha Dihokê kirî û rolê wan di xizmetguzariyan de bo xelkê deverê bi bilindî li qelem da û diyar kir di qunaxa borî de xizmeteka baş û zûr bo xelkê me hatiye kirin di her aliyekî de û ruyê canê parêzgeha Dihokê dîdevan û belgeye li ser vê çendê eve jî cihê serferaziyê ye bo KDPê ku kadrên partî di hikûmetê de pêşeng bin bo xizmetkirina xelkê û razîkirina civakî. “
Sernî got: “Herwiha Babîrî bû endamên partî qunaxa borî di encûmena parêzgehê de diyar kir, piştî hilbijartina encûmenekê nû ramana wê ew nîne kudê ji kar û xizmetê dûr kevn belku bi piştevaniya liqa yek de bi hevre di karkirin û xizmetê da bîn bo xelkê me ji ber ku hîn her cihê bawerî û piştbestina liqa yek ya PDKê ne.”
Berpirsê ragehandina liqa yekê eşkere jî kir, ku berpirsê liqê xweşhaliya xwe diyar kir bi serkeftina partî di hilbijartinên encûmenê parêzgeha Dihokê da piştî şiyaîn (19) kursiyan bi dest xwe ve bîne nexasme postê parêzgar û serokê civatê û herwiha Babîrî hêviya serkeftinê bo encûmena nû xwest û got bi hêviya xwedê dê di xizmeta xelkê de bin û dê temamkerên karwanê avedanî û xizmetê bîn.
Masûd Sernî diyar jî kir, ku ji aliyê xwe ve endamên berê yên encûmena parêzgeha Dihokê sipasiya liqa yek ya PDKê kir bo piştevanîkirina wan û harîkariya liqê yek di gehandina gilî û gazindên xelkê de ku em bi vê rêkê şiyaiyn jimareke mezin ji kêşeyan çareser bikin û amadebûyên navbirî dûpat kirin ku herdem xwe bi kadirên dilsoz û wefadarên rêbaza pîroz a Barzaniyê nemir dizanin.




