Hêmin Hewramî: Ya herî girîng aramî û parastina xaka Kudistanê ye

Hewlêr-KDP.info-Brpirsê mekteba peywendiyên derve ya Partia Demokrat a Kurdistanê (PDKê), Hêmin Hewramî dibêje parastin û aramiya xaka Kurdistanê li ba me cihê girîngiyê ye û xala herî li pêşyî ye û amaje bi rola mezin a Pêşmerge kir di vê bare de.
Hêmin Hewramî, endamê Encûmena Serkirdayetiyê û berpirs mekteba peywendiyên derve ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê), pêşwaziya Karmêlo Fîkara, berpirsa ofîsa Kunsulgeriya Îtaliya li Hewlêrê kir.
Hewramî got: “Parastin û aramiya xaka Kurdistanê li ba me cihê girîngiyê ye û xala herî li pêşyî ye.”
Hêmin Hewramî amaje bi rola mezin û berçav ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir di parastina aramî û istiqrara navçeyê de.
Brpirsê mekteba peywendiyên derve ya Partia Demokrat a Kurdistanê (PDKê), tekez kir ku Kurd nabin beşek ji wan nakokiyên mezhebî, lê belê Kurd dibe sedema seqamgîriyê li navçeyê de û got: “Ji bona seqamgîriyê û parastina aramî û asayişa Kurdistanê em amadene ku li dijî terorê bisekinin.”
Endamê Encûmena Serkirdayetiyê (PDKê) diyar kir ku Kurdistan amadeye ji bo pêşwazî û alîkariya hemwelatiyên wan navçeyên ku şer û pvçûn lê hene, ku heta niha 300 hezar koçber ji Mûsilê berê xwe dane Herêma Kurdiatnê.




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)