9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên Giştî yên PDK

Xesro Goran: Pêwîste dîmokrasiyetekî rastî li welat de bê meşandin

Çavkanî: KDP.info

Pîmam-KDP.info- Serokê frakisyona Partiya Demokrat a Kurdstanê (PDKê) li parlementoya Iraqê, di civînekê de ligel cîgirê konsûlê giştî yê Amarîka li Herêma Kurdistanê, ragihand ku kêşeyên niha ya Iraqê kûrin û bi hesanî nayên çareserkirin, lewra pêwîste dîmokrasiyetekî rastî li welat de bê meşandin û tekez dike ku PDKê herdem kar dike ji bo çespandina dîmokrasiyetê li Iraqê de.

Endamê Encûmena Serkirdayetiya PDKê û serokê frakisyona PDKê li Parlemantoya Iraqê, Xesro Goran, îro çarşemê li Pîrmamê, pêşwazî li cîgirê konsûlê giştî yê Amarîka li Herêma Kurdistanê, Enges Mekkî û şanda pêre kir.

Serokê firakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê di wê hevdîtinê de got: “Aloziyên Iraqê kurin û bi hesanî nayên çareserkirin, pêwîstiya Iraqê bu hevkariya dostane heye, ji bo dîtina çareyekê gunca bi awayekî ku maf û xwestekên gelên Iraqê têde bên berçav girtin û dîmokrasiyetêkî rastî li vî welatî bê meşandin.”

Xesro Goran, herwiha helwesta PDKê bo şanda navhatî zelal kir û ragihand: “Partiya Demokrat a Kurdistanê herdem kar dike ji bo çespandina dîmokrasiyetê li Iraqê de bi giştî.”

Ji aliyê xwe ve, cîgirê konsûlê giştî yê Amarîka li Herêma Kurdistanê, Enges Mekkî, pesnê rola Serok Barzanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê kir û got: “Serkirdeya Kurdistanê herdem beşek bûn ji çareseriya kêşeyan.”

Nûçeyên têkildar