9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên Giştî yên PDK

Liqa 8 ya PDKê hevkariya xelkê Zaxo bo Pêşmergeyan bilind nirxand

Çavkanî: KDP.info

Zaxo-KDP.info-Serbest Lezgîn, bi navê liqa 8 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) sipasî û pesnê xelkê devera Zaxo kir, ku hemû çînên wê gelek bi germî beşdar bûn di sindoqa komekî û alîkarîkirina Pêşmergeyan de.

Endamê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê û berbirsê liqa 8 ya PDKê, Serbest Lezgîn, ragihand: “Ev alîkarî wê yekê diyar dike ku xelkê me yekdeng û yekhelwîstin û hastê wan yê neteweyî û nîştîmanî bilind nirxand û bi peroş amadene ji bona hemû qurbanîdanekê ne bo berevaniya axa pîroz ya Kurdistanê.”

Berî demekê, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, biryar dabû ku sindoqa komekî û alîkarîkirina Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê bê damezrandin.

Berpirsê ragihandina liqa 8 ya PDKê li Zaxo, Şivan Şêxo ji KDP.info re got: “Piştî biryara serokê Herêma Kurdistanê, sindoqên hevkarî û alîkarîkirina Pêşmergeyên li navçên Kurdistanî hatine vekirin û îro jî berpirsê liqa 8 hevkariya darayî pêşkêşî sindoqê kir.”

Li gor Şivan Şêxo, berbirsê liqa 8 ya PDKê Serbest Lezgîn ragihandiye ku ew sindoq, hatine vekirin ji bo ku welatî bikaribin bi hesanî piştevaniya darayî pêşkêşî Pêşmergeyên Kurdistanê bikin û gotiye: “Em bi navê liqa 8 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê sipasî û pesnê xelkê devera Zaxo dikin ku hemû çînên wê gelek bi germî beşdar bûn di sindoqa komekî û alîkarîkirina Pêşmergeyan de. Ev alîkarî wê yekê diyar dike ku xelkê me yekdeng û yekhelwîstin û hastê wan yê neteweyî û nîştîmanî bilind nirxand û bi peroş amadene ji bona hemû qurbanîdanekê ne bo berevaniya axa pîroz ya Kurdistanê.”

Hevkarî li rêya leqa bankên li Herêma Kurdistanê têne kom kirin û hemwelatî dikarin li rêya her bankêkî li hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê pere û hevkariya darayî bixe sindoqê ku yarmetî û dabînkirina pêdiviyên Pêşmerge li seranserê hêlên bergiriya Herêma Kurdistanê dike.

Nûçeyên têkildar