Nûnerê Serok Barzanî beşdarî di pirseya bavê Ebduhekîm Beşar de kir

Hewlêr-KDP.info-Ji bo gehandina pirse û serxweşiyê, îro li Hewlêrê, Sîdad Barzanî nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê û Dr. Kemal Kerkûkî berpirsê peywendiyên PDKê, û Elî Husên berpirsê liqa 2 ya PDKê, beşdarî di pirseya xwedê jê razî Hewas Beşar bavê Dr. Ebdulhekîm Beşar, sekreterê berê yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî) û cîgirê serokê niha yê Hevpeymaniya Sûriyê kir.
Her yek ji Sîdad Barzanî, nûnerê Serok Barzanî û şanda PDKê pirse û serxweşiya cenabê Serokê Barzanî û politburo û serkirdayetiya PDKê ji Dr. Ebdulhekîm Beşar û malbata wî re gehand, herwiha hêvî xwestin ku xwedayê mezin sebir û aramiyê bide wan.
Doh jî serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê de pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî Ebdulhekîm Beşar û malbata wî kir, ku di wê peyamê de hatiye: “Bi mixabinî nûçeya koça dawî ya bavê we yê rêzdar gihîşt min. Bi vê xemgîniyê pirse û serxweşiyê pêşkêşî we yên rêzdar û hemû malbata we û heval û dostên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.”
Herwiha di wê peyamê de hatiye: “Ji xwedayê mezin hêvîdarim bavê we yê xwedê jêrazî bixe ber dilovaniya xwe û sebir û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.”



__2014_06_17_h12m40s27__BA.jpg)
