9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên Giştî yên PDK

PDK-S 57emîn saliya damezrandina yekemîn partiyeke Kurdî li Rojava vejand

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Bi amadebûna Dr. Kemal Kerkûkî endamê polîtburoya Patiya Demokrata Kurdistanê (PDKê), li bajarê Hewlêrê Rêxistina Herêma Kurdistanê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê(PDK-S) ahengek bi boneya 57emîn salvegera damezrandina yekemîn partiyeke Kurdî li Sûriyê li darxist.

 

Doh, roja duşemê bi rêkefta 16-6-2014an Ahengek bi amadebûna hejmareke  mezin ji partiyên kurdistanî û kesayetiyên siyasî yên Kurd bi rêve çû.

 

Li gor Rojava FM, Dr. Kemal Kerkûkî, endamê polîtburoya Patiya Demokrata Kurdistanê (PDKê) pîrozbahiyek bi navê Serok Mesûd Barzanî û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 57emîn salvegera damezrandina PDK-S pêşkêş kir.

 

Kerkûkî li ser rola serok Barzanî û piştevaniya wî bi awayekî berdewan ji gelê kurd û doza wî re li Rojavayê Kurdistanêaxivî.

 

Endamê polîtburoya (PDKê) di nava axaftina xwe de behsa pêşhatên herî dawî li Iraq û herêma kurdistanê û pêşketinên ku li Herêma Kurdistanê peyda bûne kir.

 

Ji aliyê xwe ve Dr.Ebdilhekîm Beşar endamê polîtburoya Partiya Demokrat a  Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) di destpêkê de  axaftinek pêşkêş kir û têde  de bixêrhatina amadebûyan kir û li ser destpêka  damezrandin  yekemîn partiyeke Kurdî li Rojava û  rola serkirdayetiya partiyê di wî serdemê de di warê parvekirina têgihiştinê di nava gelê kurd e axivî.

 

Beşar di dawiya axaftina xwe de got ku Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê berya niha kar dikir û niha jî kar dike ji bo bidestxistina  mafên kurdan li ser rêbaza Barzaniyê nemir û rola Serok Mesûd Barzanî di piştgirya Rojavayê Kurdistanê bi helwîsteke pîroz zanî û sipasiya cenabê wî kir.

 
Di ahengê de şanogeriyek ji aliyê 3ê zarokan ve hate pêşkêş kirin ku li ser rewşa niha û şer ku diqewimin raderbirî û gellk helebest hatin xwendin û hin hunermend û komeke filklorî bi navê millet di vê derbarê de amadebibûn û karên hunerî encam dan.

 

Nûçeyên têkildar