9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên Giştî yên PDK

Jinên Amêdiyê piştevaniya xwe bo herdu lîstên PDKê dûpat kirin

Çavkanî: KDP.info
Amêdiyê-KDP.info/ Ahengek cemawerî ji bo piştvanî kirin li herdû lîstên PDKê û namzedên partî li sînorê liqê 18 ve hat li dar xistin.

 

Bi amadebûna Dr. Kemal Kerkukî endamê mekteba siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê û Xesro Goran berpirsê dezgehê hilbijartinên partî û hijimareka berçav ji perlemantarên Iraqê û Kurdistanê û berpirs û rêveberên damudezgehên mîrî û hizbî û Hijmareka namzdên herdu lîstên (213 û 76 ) û cemawerekî yekcar zor, ahengek û şahiyeka cemawerî ji bo piştvanîkirin li herdû lîstên PDKê û namzedên partî li sînorê liqê 18 ve hat li dar xistin.

Piştî xulekek rawestan rêzgirtin bo giyanê şehîdan û serkarwanê wan Barzaniyê nemir û Idrîsê herdem sax, peyva jora hilbijartinan li sînorê liqê 18 ji aliyê Ferîq Faruq) berpirsê liqê ve hate xwandin û têde bixêrhatin bi hemû ber‌hevbûyan kir û tekez li ser piştgîrî kirin û dengdan bi herdû lîstên partî kir û kandîd dane niyasn û daxwaz ji Dr. Kemal Kerkukî kir peyvekê pêşkêş bike.

Endamê mekteba siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (Dr. Kemal Kerkukî), di peyva xwe de sipasiya liqê 18 û cemawerê deverê kir û amaje da dîroka devera Amêdiyê û handana xelkê kir bo dengdanê bo lîsta 213 bo civata nûnerên Iraqê û lîsta 76 bo civatên parêzgehên herêmê û kandîdên van herdû lîstan. û ba‌weriya xwe dupatkir ku encamên vê care dê ji yên carên çûy baştir bin.

Di nava vê ahengê de (Ayşa Elî) berpirsa Encumenê Afretên qeza Amêdiyê piştevaniya xwe dupat dikin û bo KDP.info dibêje: " Em weku encumena afretên qeza Amêdiyê piştevaniya xwe bo herdû lîstên partî yên hijmare (213) û (76) dûpat dikin jiber ku partî hemû ew yasayên di berjewendiyên parastina mafên afretan de piştevan bûye û deng li ser vê çendê daye û vekirina rêveberên nehêlana tundutîjiya afretê li Herêma Kurdistanê hemû bi piştevaniya cenabê (Nêçîrvan Barzanî) cêgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê."

Dîsan wan weku encumenê afretên Amêdiyê beşdariyeka berfreh di ahenga piştevanî kirin bo herdû lîstên partî kiriye û merem ji vê ahengê ewe, weku jin piştevaniya xwe bo serxstina herdu lîstên partî (213) bo civata nûnerên Iraqê û (76) bo civata parêzgeha Dihokê diyar bikin.

Herwiha di vê ahengê de afretan dupatkirin û ragehandin ku: " Li roja dengdanê dê dengê xwe bidin herdu lîstên partî û berbjarên wê, çunkî parteke bi dirêjahiya dîrokê xizmeta xelkê Kurdistanê kiriye û berevanî ji destkeftên neteweyî yên miletê kurd kiriye û heta niha kariye xizmeteka baş di warê xizmetguzariyan de bike û ji bo berdewamiya evan xizmetguzariyan dê dengê xwe bidin herdû lîstên PDKê.

Nûçeyên têkildar