9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Pêwendîyên Giştî

Hêmin Hewramî: Senig û pêgeya Kurdan li Bexdayê mebeste ne rêjeya kursiya ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Hêmin Hewramî, berpirsê peywendiyên dervey Partiya Demokrat a Kurdistanê pêşwazî li kunsilê giştî yê Emerîka li Hewlêr kir û diyar kir ku eger nexşeyekî zemenî bo çareserkirina arîşeyên navbera Hewlêr û Bexda nebe, serkirdayetiya Kurdî dê rêgayeke din hilbijêr û xelkê Herêmê Kurdistan dê biriyar bide û pêşeroja Herêmê Kurdistan diyar bike.

 

Hêmin Hewramî, endamê serkirdayetiya PDKê u berpirsê peywendiyên dervey Partiya Demokrat a Kurdistanê, di dîdarekê de ligel kunsilê giştî yê kunsilxaneya Emerîka li Hewlêr Cozêf Pênîngtun û şêwermendê siyasî yê konsûlxana Emerîka Devêd Kodîl, çendîn babetên girêdayî bi rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê û hilbijartinên 30 nîsanê gotobêjkirin.

Endamê serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê got: “Dîmokirasiya li Herêmê Kurdistanê heyî cihê dilxweşiyê ye û li mawê heşt heyvan de sê hilbijartin hatine encamdan ev çenda mînaka dîmokirasiyê ye li Herêmê Kurdistanê de.”

Li dor nakokiyên navbera herêmê û Bexda berpirsê peywendiyên dervey Partiya Demokrat a Kurdistanê diyarkir, eger nexşeyekî zemenî bo çareserkirina arîşeyên navbera Hewlêr û Bexda nebe, serkirdayetiya Kurdî dê rêgayeke din hilbijêr û xelkê Herêmê Kurdistan dê biriyar bide û pêşeroja Herêmê Kurdistan diyar bike.


hewramî amaje da wê yekê jî ku yekgirtina Kurdan li demê nehada pêwîstiyeke dîrokye û senig û pêgeya Kurdan li Bexda li aliyê me mebeste ne rêjeya kursiyane.

Li dor pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqa fîdral hewramî diyarkir, piştgîriya hikûmetekê dikin ke zimaneta mafê Kurdan bê û dan bi şikestina 10 salên borî yên birêvebirin û îdare û siyaseta Iraqê bide.

Nûçeyên têkildar