9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Liqa 6 ya PDKê: Damezrandina navenda Laleş pêwîstiyeka dîrokî bû

Çavkanî: KDP.info

Berlîn- KDP.Info- Cîgirê‌ bepirsê‌ liqa 6 ya Partiya li Ewropa da xuyakirin ku damerzandina navenda‌ Laleş pêwstiyeka dîrokî bû jibo parastin û pêşdabirina aynî û civaka Kurdên Êzdî.

Fewzî Es'ed, cîgirê‌ liqa 6 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Berlînê‌, bi helkefta 21emîn salvegera damezrandina navenda Laleş ya rewşenbîrî û komelayetî û ew dezgeha jibo medenîkirina civaka Kurdistanê bi giştî û ya Kurdên Êzdî bi taybetî b igiringî wesf kir.

Wî berpirsê‌ partî li Ewropa amaje da huner û xebata navenda Laleş ji hemû aliyekî ve û got: “Navenda Laleş îro hebûna xwe çespandiye û tête hijmartin wek destkeftekî bizava rizgarîxwaza Kurdistanê‌ û roj bi rojê‌ endam û layengirên wê navendê berev zêdebûnê‌ ve ye.”

Es'ed ji aliyekî‌ dî ve û piştî pîrozbahiyên gerim li hemû endam û kadir û alîgirên navenda Laleş kir li welat û derveyî welat, û got jî: “Serbora navenda Laleş – Elmaniya û rolê‌ wan yê‌ girîng dûpat kir li navxo û derveyî welat jî.”

Tê‌ zanîn ku navenda Laleş yê‌ rewşenbîrî û civakî yekemîn navenda Kurdên Êzdî ye li 12.05.1993 li Dihokê‌ li ser destê‌ komeka xemxûr û rewşenbîr û civanasên Êzdî û bi piştevaniya Serok Barzanî û serkirdayetiya Kurdistanî hate damezrandin û niha piştî 21 salan (6700) endamên xwe hene.

Nûçeyên têkildar