Berpirsê liqa 8 ya PDKê: Mandîbûn û piştevaniya xelkê Zaxo bilind nirxand

Zaxo-KDP.info-Berpirsê liqa 8 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Zaxo Serbest Lezgîn semînarek bo berpirs û kadirên nivîsîngeh û lîjnên ser bi liqa 8 ve pêşkêş kir û di semînarê de berpirsê liqê sipasiya kadir û xelkê devera Zaxo kir jibo mandîbûn û piştevaniya wan di hewa hilbijartina de ku vê deverê bi dengên xwe careka dî wefadariya xwe bo PDKê diyar kirin.
Şivan Şêxo, berpirsê nivîsingeha rewşenbîrî û ragehandina liqa 8 ya partî li Zaxo ji KDP.info re diyar kir ku,di destpêka semînarê de Serbest Lezgîn berpirsê liqa 8 sipasiya kadir û xelkê devera Zaxo kir jibo mandîbûn û piştevaniya wan di hewa hilbijartina de ku vê deverê bi dengên xwe careka dî wefadariya xwe bo PDKê selmand.
Piştre Serbest Lezgîn behsê rewşa siyasî û abûrî û seqamgîriya Kurdistanê û Iraqa fîdral kir û diyar kir ku niha Herêma Kurdistanê xudî pêgeheke siyasî û abûrî yê bihêze û rolekê girîng û karîger li ser astê Iraqê û deverê digêrît û ev çende jî bi cihudê serkirdayetiya siyasî ya kurdî û rolê girîng ê cenabê Serok Barzanî vegerand.
Berpirsê nivîsîngeha rewşenbîrî û ragehandina liqa 8 got jî, di tewerekê dî de berpirsê liqa 8 ronahî berdane ser rewşa navxwe ya devera Zaxo û ew kar û piroje û xizmetguzariyên hikûmeta herêmê li Zaxo encam dide û herdîsan rewşa rêkxstina partî li vê deverê û diyar kir ku fere kadirên me berdewam dinav binkên cemawerî de bin û guhdariya êş û azar û girftên xelkê bikin û piştevaniyê li xwastên xelkê bikin û kêşên wan bigehînine cihên pêwendîdar.




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)