Dihok… PDKê 8 kursî di hibijartina Civata Nûneran de bi dest xistiye

Dihok-KDP.info-Cudakirina dengên giştî û dengên taybet yên parêzgeha Dihokê ji bo Civata Nûnerên Iraqê bi dawî hatin û Partiya Demorkat a Kurdistanê di rêza yekê de tê û bûye xwedî 8 kursiyan di Parlamentoya Iraqê de.
Elî bendî, Berpirsê nivîsîngeha hilbijartinên liqa 1 ya PDKê li Dihokê, ji KDP.info re diyar kir ku, li sînorê parêzgeha Dihokê di dengdana taybet de, Partiya Demokrat a Kurdistanê bi rêza yekê tê li ser lîstên dîtir ên siyasî ku li parêzgeha Dihokê (25 hezar û 987) kesan mafê dengdana taybet hebû jibo Civata Nûnerên Iraqê û PDKê (20 hezar û 736 deng) bi dest xistine û bûye xwedî 8 kursiyan di Parlamentoya Iraqê de.
Dîsan Elî bendî aşkerakirn, ku Partiya Demokrat a Kurdistanê: 20 hezar û 736 deng û di rêza yekê de tê.
Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê: 2328 hezar deng û di rêza diwemîn da tê.
Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê, 1379 hezar deng.
Bzava goran: 1190 hezar deng.
Komela Islamî ya Kurdistanê, 90 deng.
Herwiha berpirsê nivîsîngeha hilbijartinên liqa 1 ya PDKê li Dihokê, bo çawaniya dabeşkirin û dest xistina kursiyên Civata Nûnerên Iraqê bi vî rengî ne:
Partiya Demokrat a Kurdistanê: 8 kursî.
Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê: 2 kursî.
Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê: 1 kursî.




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)