Berpirsê liqa 2 ligel namzedên herdû lîstên PDKê civiya

Hewlêr-KDP.info- Ji bo sipasî û sitayişa rol û hewlên serxistina herdû lîstên Partiya Demokrat a Kurdistanê bo Encûmena nûnerên Iraqê û encûmena parêzgeha Hewlêrê û herwiha serxistina piroseya hilbijartinan, berpirsê liqa 2 digel kandîdên herdû lîstên PDKê civiya.
Elî Hisên di peyvekê de zêdebarî pîrozbayîkirina serkeftina herdû lîstên Partiya Demokrat a Kurdistanê û sitayişkirina hewlên kandîdan û pêdagirî li ser karnameya PDKê kir ku li demê bangeşeyên hilbijartinê girîngî jêre hatiye dan û berbijarên PDKê şiyana pirogram û karnameya partiyê bi awayekî basê bo welatiyan bas bike ku encameka baş li dûv xwe aniye.
Berpirsê liqa 2 herwiha amaje bi encamûn nafermî yên hilbijartinan û serkeftina herdû lîstên PKDê kir ku armanca hemûyan serkeftina PDKê û piroseya dîmokrasiyê bû, û amaje bi berpirsyaretiya hemû aliyekî kir û serkeftina PDKê jî bi erkekî giran li ser mile hemûyan ji bo cêbecêkirina karnameya Partiya Demokrat a Kurdistanê û xizmetkirina zêdetir bi hemwelatiyan daye zanîn.




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)