9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Silêmanîyê…PDKê heta niha zêdetirî 90 hezar deng bi dest xistiye

Çavkanî: KDP.info
Silêmaniyê-KDP.info/ Endamê dezgeha hilbijartina encûmena serkirdayetîya PDKê li Silêmanîyê ragehan ku PDKê li Silêmanîyê heta niha zêdetirî 90 hezar deng bi dest xistiye.

 

Maweya çend rojane proseya cudakirina dengan ên hilbijartinên parlemanîya Iraqê û encûmenên parlzgehên Herêma Kurdistanê ligel Kerkûkê, dest pê bûye û li gor encamên nafermî yên di navendên hejmartina dengan li sînorê parêzgeha Silêmanîyê, heta niha partîya demokrata Kurdistanê bo parlemana Iraqê zêdetir ji 90 hezar deng bi dest xistiye. Hêşta hejmartina dengên giştî berdewame û dengdana taybetî jî hêşta nehatiye hesabkirin. 
 

Li gor ajansa PNA, Endamê dezgeha hilbijartina encûmena serkirdayetîya PDKê li Silêmanîyê Muhemed Şêx Sidîq di evê bareyê de ragihan: “li gor ev encamên ku me bi rêya çavdêrên xwe di nava îstgeh û binkeyên dengdanê ve bi dest anîye, tenê di proseya dengdana giştî de PDKê ku bi lîsta hejmar 213 beşdarî di hilbijartinan de kiribû, zêdetir ji 90 hezar deng bi dest xwe ve anîye.”

 

Muhemed Şêx Sidîq herwiha got: “Heta niha dengên proseya dengdana taybet nehatine cudakiirin û hejmartin û goman tê de nîne ku ev hejmara dengên PDKê zêdetir dibe.”

 

Şêx Sidîq aşkira jî kir, ku bi pîwanekirin ligel berê, dengên wan bi rêjeya baş zêde bûye.

 

Nûçeyên têkildar