Liqê yek sipasiya hemû xelkê Dihokê kir

Hilbijartinên Civata parêzgeha Dihokê û Civata Nûnerên Iraqê li roja 30 nîsana 2014 li sînorê parêzgeha Dihokê bi rengekî şarstanî û dîmokirasî û azadane ji aliyê xelkê serbilndê Dihokê ve hatine encamdan.
Cemawerê Dihokê dûr ji ciyawaziyên siyasî û olî û neteweyî bi azadî derbirîn ji hesta xwe kir beramber erkên nîştîmanî û neteweyî, û bi rengekê berfreh pişkdarî hilbijartinan bûn, û bi azadane deng dane herdû lîstên Partiya Demokrat a Kurdistanê 76 ya Civata Parêzgeha Dihokê û 213 ya Civata nûnerên Iraqê.
Bi vê helkeftê liqê yek ê PDKê, sipasiyên xwe pêşkêşî gişt xelkê şerefmendê bajêrê Dihok û Sêmêlê dike û sipasiya helwîst û pştevaniya hêzên êmnahiyê û navxwe û hemû dam û dezgehên hikûmî û rêkxirawên civakên sivîl û sendîka û dezgehên ragehandin û çalakvanên tora feysbûkê û qutabiyan û lawan û afretan bo pişkdarî û rolê wan di proseya hilbijartinan da.
Sipasî û rêz bo pişkdariya pêşmerge û binemalên şehîdan û mandîbûna endam û alîgir û kadirên Partiya Demokrat a Kurdistanê ji pêxemet Kurdistaneka bi hêz û azad û avedan.
Liqê Yek
Partiya Demokrat a Kurdistanê




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)