Civîneka mezin bo kadirên PDKê li Elmaniya birêve çû

Elmaniya taybet bi KDP.info/ Herdû lijneyên Partiya Demokrat a Kurdistan li Firankfort û Monşin, li welatê Elmaniya fedral bi hevre semînareka mezin bo Hêmin Hewramî endamê serkirdayetiya partî û serperiştiyarê hilbijartina li Ewropa û Emrîka derbareyî proseya hilbijartinên perlemanê Iraqê û parêzgehan.
Serhed Xefurî berpirsê lijna Partiya Demokrat a Kurdistanê li Firankfort ji KDP.info re ragehand ku Hêmin Hewramî bi şêweyekî zor lêhatû rûnî xiste ser hilbijartinên dahatû û bi têr û teselî piroseya hilbijartina û rûl û erkê kadirên partî rûn kir.
Di wê semînarê de ku li bajarê Nornbêrig hatbû rêkxstin û hijmareka mezin ya kadir û alîgirên partî amade bibûn, Xefurî got: " Nûtirîn rênmaye û biriyarên serkirdayetiya partî bi amadebûyan jibal Hêmin Hewramî ve hate xweyakirin.
Berpirsê lijna Partiya Demokrat a Kurdistanê li Firankfort hêvî xwest ku li rojanên dengdanê de girftarî û arîşe dernekevin himber revenda Kurd bi behaneya nehatina nav yan kart û dîkomentan.




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)