9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Berpirsê liqê 9: Serkeftina lîstên PDKê zaminê serkeftina ezmûna herêmê ye

Çavkanî: KDP.info

Akrê-KDP.info/Di çarçoveyê hewa destpêkirina propagendeyên hilbijartinên lîsta (213) ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ji bo civata nûnerên Iraqê û lîsta (76) ya partî ji bo civatên parêzgehên Herêma Kurdistanê (Serbest Tirwanşî) berpirsê liqê 9 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê li qeza Akrê û bi amadebûna hijmareka namzetên partî li sînorê liqê 9ê hijmareka simînarên cuda bo xwendevan, law, jin û pêşmergên qehreman û tex û çîn û hijmareka zor ji kesayetî û cemawerê sînorên lîjnên Akrê û Bicêl pêşkêşkirin.


Di wan semînaran de behsê proseya dîmokrasiyê li Herêma Kurdistanê kir ku roj bi rojê pêşkeftinê bi xwe ve dibînît û amaje bi hilbijartinên perlemanê Iraqê û civatên parêzgehên herêmê kir û daxwaz kir ku hevwelatî bi rêjeka baş bi hemû tex û çînên xwe ve pişkdariyê di van hilbijartinan de bikin û dengê xwe bidene lîsta (213) lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê bo civata nûnerên Iraqê û lîsta (76) lîsta civata parêzgehan û berbijêrên wan lîstan bi hilbijêrin, çunkî serkeftina lîstên Partiya Demokrat a Kurdistanê zaminê serkeftina ezmûna herêmê ye û parastina şer'iyetê û yekrêziya navmala Kurdistanî û gehandina miletiye bi hemû mafan û piştevaniya helwîstên neteweyî yên Serok Barzanî û berevanîkirine ji xwîna şehîdên Kurdistanê û hemû şehîdên bizava rizgarî xwaza miletê Kurd.

Herwiha ragehand ku dengdan bo lîstên Partiya Demokrat a Kurdistanê dengdane bo xweşguzeranî û avedankirin û pêkve jiyan û parastina hemû destkeftên miletê Kurd û pêşkêşkirina zêdetir xizmetguzariyan bo xelkê herêmê

Nûçeyên têkildar