Berpirsê liqê 18 du semînar bo piştgiriya lîsta 213 û 76 lidar xistin
__2014_04_16_h12m35s18__BA.jpg)
Şêladizê-KDP.info/ Li sînorê liqê 18 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê bo bangeşeya hilbijartinan lîjna nawça Şêladizê ya partî du semînar bo (Ferîq Faruq) berpirsê liqê 18 û berpirsê jora hilbijartinan, bi berhevbûna Dr. Ebdula Casim endamê perlemanê Iraqê û Eyser Cercîs rêveberê nahiya Şêladizê û her heft namztên liqê, duh li hola senterê roşenbîriyê, hat lidar xistin.
Semînara yekê li demijmêr (11)ê sibehê hat encamdan bo hijmareka zor ji berpirsên binkên hizbî û yekîtiya xwendevanan û law û jin û çend tex û çînên dî.
Li demjmêr (3)ê êvarê jî duyemîn semînar bo gundî û tax û rîh spî û kesayetî u rêveberên damudezgehên mîrî hate pêşkêşkirin.
Li despêka herdû semînaran de amadebûyan xulekek rêzgirtin bo giyanê şehîdên Kurdistanê û serkarwanê wan Barzaniyê nemir û Idrîsê herdem sax rawestan.
Piştre berpirsê liqê di peyva xwe de li dor her (7) berbijarên deverê peyivî û got: " Ev berbijare piştî çendîn duvçûnan hatîne desnîşankirin û bûne cihê bawerî û rezamendiya serkirdayetî û hemû dezgehên partî, ew yan kure şehîdin yan gelek zehmetkêşaye û derbiderî û awareyî dîtiye yan li geleg cihan xizmet pêşkêşkiriye."
Dîsan got: " Ev berbijêre xwedan şiyanin û kur û keçên deverê ne û bêtir ji her kesekî din dê xwe li kêm û kasiyên deverê bikine xwedan û jibo berjewendiyên Kurdistanê dê xemxur û berevankerbin, lewma li roja dengdanê pêtviye em hemû dengê xwe bidinê û bi hemû şiyanan hewlbidin dengan bo wan kombikin û serbixin."
Herwiha got: " Min bawerî bi we heye hûn hemû dê dengê xwe bidine herdû lîstên partî û her heft berbjêrên deverê, dengdan ya asane belê bihayê vî dengî gelek e û pêtviye em bideyne wê lîstê û wî kandîdî yê ji hejî û bê guman her partiye hejî vî dengî, lewma her kesê ta nuke karta elktironî ya dengdanê newergirtbît hêvîdarim seredana bingehên komsyonê bike bo wergirtinê eger na dê bê behr bî ji mafê dengdanê."




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)