Berpirsê liqê 1 pêşwaziya Ebdula Demîrtaş kir

Dihok_KDP.info/ Duh yekşema 14/4/2014 li baregayê liqê yek ê Partiya Demokrat a Kurdistanê Ebdulxaliq Babîrî berpirsê liqê û bi amadebûna serokê bajêrvaniya Dihokê, pêşwaziya Ebdula Demîrtaş serokê berê yê bajêrvaniya sor a Amedê kir .
Piştî bixêrhatina mêvanan berpirsê liqê kêfxweşiya xwe diyar kir bo vê seredanê diyar kir û çend runkirnek li ser rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê û nûtirîn pêşveçûnên di biyavên avedanî û rêk û pira û xizmetên guzarî pêşkêşkirin.
Herwiha endamê serkirdayetiya Patriya Demokrat a Kurdistanê û berpirsê liqê yek ê partî di tewerekê dî ya peyva xwe de behsê hilbijartinên Tirkiyê û rewşa kurdan û serkeftina lîst û hizbên kurdî bi destkeftekê neteweyî li qelem da.
Ji aliyê xwe ve Ebdula Demîrtaş serokê berê yê bajêrvaniya Sor a Amedê sipasiya helwîstê berpirsê liqê yek kir.




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)