Şandeke mekteba siyasî ya PDKê serdana liqê 20ê li Şêxan kir

Şêxan-KDP.info/ Jibo xweberhevkirinê bo hilbijartinên perlemanê Iraqê û civatên parêzgehên herêmê û serxstina vê prosesê, şandeke mekteba siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bi serokayetiya endamên mekeb siyasî (Sîdad Barzanî û Kemal Kerkûkî) serdana baregayê liqê 20 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê kir.
Şanda mekteb siyasî ji aliyê Elî Ewnî berpirsê liqê 20 ê partî li Şêxan ve hat pêşwaz kirin.
Di rûnştinekê de behsê rewşa devera Mûsil bi giştî û êmnahiya deverê û rolê hêzên pêşmerge û asayşê di parastina êmnahiyê de li wan deveran kir.
Herwiha bernameyê xizmetkirina deverê û giringiya encamdana hilbijartinan û çawaniya encamdana wan hilbijartinan wek girntiyek bo parastina hemû pêkhateyên deverê û di tewerekê dî de amaje bi wê sizadana neqanunî û nedisturî ya hikûmeta Bexda ya dijî welatiyên Herêma kurdistanê kir, ku eve demeke muçên fermanberên herêmê birîne, vê çendê jîkartêkirineka xirab kiriye ser rewşa jiyana hevwelatiyan û berhevbûyan hêvî xwastin ku hikûmeta Bexda kêşên siyasî têkelî kêşên mirovayetî neke.
Li dawiyê de hêvî xwastin ku xelkê deverê bi giştî pişkdarî di piroseya hilbijartinan de bikin û dengê xwe bidene lîstên Partiya Demokrat a Kurdistanê û namzedên wê çunkî zaminê parastina mafên rewayên xelkê Kurdistanê ne.



__2014_06_17_h20m56s51__BA.jpg)