Şandeke PDKê serdana Babe Şêxê Êzdiyan kir

Şêxan-KDP.info/ Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê bi nûneratiya Serok Barzanî serdana Babe Şêxê Îzdiyan kir.
Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê bi nûneratiya Serok Barzanî û bi Serokatiya Sîdad Barzanî serdana Babe Şêxê Êzdiyan li Şêxanê kir.
Di vê serdana han de şanda PDKê serî li civata olî ya Êzdiyan da û rewşa tendirostiya Serokê civatê Babe Şêx pirsî û hêviya selametî ji Babe Şêx re xwest.
Her di çarçoveya vê serdana han de heyet serî li mala Mîrê Êzdiyan Mîr Tehsîn beg da û rewşa tendirostiya wî jî pirsî ku bo tedavî serî li derveya welat dabû.
Şandê pişt re çû liqa 20ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê û di civînekê de li gel birêvebirên liqê rewşa devera Şêxan û amadekariyên hilbijartinan giftûgo kirin.



__2014_06_17_h20m56s51__BA.jpg)