9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Ahengek bo nasandina namzetên PDKê li Zaxo hat encamdan

Çavkanî: KDP.info

Zaxo-KDP.info/ Ji bo nasandina namzetên xwe bo hilbijartinan, Partiya Demorkat a Kurdistanê ahengek li Zaxo encamda.

 Ji bo piştevanîkirina lîsta 76 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bo hilbijartinên civata parêzgehên Herêma Kurdistanê û lîsta 213 bo hilbijartinên Civata Nûnerên Iraqê, bi amadebûna Kemal Kerkukî endamê mekteba siyasî ya Partiya Demorkat a Kurdistanê û Serbest Lezgîn berpirsê liqê 8 ê partî li qeza Qaxu û hijmareka namzetên civata parêzgeha Dihokê û civata nûnerên Iraqê li sînorê qeza Zaxo ahengeka berfireh bi vê helkeftê hate gêran.

 

Di peyvekê de berpirsê liqê 8 ê partî behsê giringiya hilbijartinên perlemanê Iraqê û civatên parêzgehên Herêma Kurdistanê kir û daxwazkir hevwelatî bi rêjeka baş bi hemû tex û çînên xwe ve pişkdariyê di van hilbijartinan de bikin û dengê xwe bidine lîsta 213, lîsta Partiya Demorkat a Kurdistanê bo civata nûnerên Iraqê û lîsta 76 bo civatên parêzgehên herêmê û namzetên partî yên wan herdû lîstan çunke serkeftina van lîstên partî di herdû hilbijartinan de zaminê serkeftina ezmûna herêmê ye û parastina şer'iyetê û yekrêziya navmala kurdistanî û piştevaniya helwîstên neteweyî yên Serok Barzanî û berevanîkirine ji xwîna şehîdên Kurdistanê çunke daku hemû biyavên jiyanê pêşve biçin.

 

Di dawiyê de namzetên partî yên sînorê liqê 8 ê partî xwe daneniyasîn û bername û projên xwe yên xizmetkirina hevwelatiyan berçavkirin û daxazkirin ku hevwelatî dengê xwe bidene wan û ew dê di çar salan de bi dilsozî xizmeta wan bikin.

 

Nûçeyên têkildar