9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Berpirsê liqê 9: Dengdan bo lîstên PDKê dengdane bo avdankirin û pêkvejiyan û parasina hemû destkeftên miletê Kurd e

Çavkanî: KDP.info

Akrê-KDP.info/ Di çarçoveyê hewa destpêkirina propagendeyên hilbijartinên perlemanê Iraqê û civatên parêzgehên Herêma Kurdistanê (Serbest Tirwanşî) berpirsê liqê 9 ê Partiya Demorkat a Kurdistanê li qeza Akrê bi amadebûna hijmareke namzetên PDKê li sînorê liqê 9ê partî çar semînarên cuda bo tex û çîn û hijmareka zor ji kesayetî û cemawerê devera Akrê pêşkêşkirin.


Di wan semînaran de berpirsê liqê 9 ê partî behsê proseya dîmokrasiyê li Herêma Kurdistanê kir ku roj bi rojê pêşkeftinê bi xwe ve dibîne û amaje bi hilbijartinên perlemanê Iraqê û civatên parêzgehên herêmê kir û daxwaz kir hevwelatî bi rêjeka baş bi hemû tex û çînên xwe ve pişkdariyê di van hilbijartinan de bikin û dengê xwe bidin lîsta (213) lîsta Partiya Demorkat a Kurdistanê bo civata nûnerên Iraqê û lîsta (76) lîsta civata parêzgehan û berbijarên wan lîstan, çunke serkeftina lîstên partî zaminê serkeftina ezmûna herêmê û parastina şer'iyetê û yek rêziya navmala Kurdistanî û gehandina milete bi hemû mafan û piştevaniya helwîstên neteweyî yên serok Barzanî û berevanîkirine ji xwîna şehîdên Kurdistanê çunke daku hemû biyavên jiyanê pêşve biçin herwiha ragehand dengdan bo lîstên Partiya Demorkat a Kurdistanê dengdane bo xweşguzeranî û avedankirin û pêkvejiyan û paratsna hemû destkeftên miletê Kurd e.

Nûçeyên têkildar