9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Xelkên Telwe piştevaniya xwe bo lîsta (213) û (76) û namzedên Partî diyar kirin

Çavkanî: KDP.info
Dihok-KDP.info/ Duh li baregayê liqê yek ê Partiya Demokrat a Kurdistanê berpirsê liqê yek ê Partî û endamê Civata Serkirdayetiya Partî (Ebdulxaliq Babîrî) pêşwaziya şandekê rîh spî û kesayetî û gencên gundê Telwe kir.


Di rûniştinekê de piştî bi xêrhatina şandê mêhvan berpirsê liqê yek xwşhaliya xwe diyar kir bi wê seredanê û got baregayê lqê yek mala hemû tex û çînên civakî ye û xizmetkara xelkê xwe ye.


Herwiha berpirsê liqê got: " Divê em hemû bi erkê xwe rabin û karbikin bo herdû lîstên (213) û (76) yên Partî û berbijarên wê û berpirsê liqê diyar kir ku Partî bi xelkê xwe şanaze û germahiya cemawerê xwe ye bi hemû gund eşîretên deverê ve.


Ji aliyê xwe ve nûnerê berhevbûyan Ibrahîm Telweyî sipasiya liqê yek kir bo piştevanîkirina wan herwiha diyar kir ku merem ji sererdana wan nûkirina sozê ye bo rêbaza Barzanî û piştevaniya xwe bo herdû lîstên Partî (213) û (76) û berbjarên Partî diyar kir.


Li dawiyê de berpirsê liqê piştevanî û harîkariya xwe bo şandê mêhvan û her karekê pêdvî diyar kir.

Nûçeyên têkildar