9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Berpirsê liqê 1: Namzedên PDKê divê bibin nimuneka geş a dîmokratiyê li hemû Kurdistan û Iraqê

Çavkanî: KDP.info

Duhok-KDP.info/ Piştî destpêkirina hewa propagenda hilbijartinan duh Ebdulxaliq Babîrî berpirsê liqê yek ê Partiya Demokrat a Kurdistanê li hola liqê ligel namzedên partî bo perlemanê Iraqê û civata parêzgeha Dihokê civiya û diyar kir ku dive namzedên PDKê bibin nimuneka geş a dîmokratiyê li hemû Kurdistan û Iraqê.


Mesûd Sernî berpirsê ragehandin û rewşenbîriya liqê 1 bo KDP.info diyar kir ku, di destpêka kumbûnê de berpirsê liqê yek pîrozbahî li namzedên partî kir bo nêzîkbûna hilbijartinan û daxwaza serkeftê bo wan xwest û di peyvekê de got: "Liqê yek bawerî bi kesayetî û şiyanên hewe hene lewma bê du dilî hûn berbijar kirine bo perlemanê Iraqê û civata parêzgehan."


Herwiha berpirsê ragehandin û rewşenbîriya liqê 1 got, herwiha daxwaz ji namzetan kir ku propagendeya xwe li ser binyatên dirust û şaristanî û li dûf rênmayên Komisyona Bilinda Serbexwe ya hilbijartinan bikin û dûr bin ji şaşiyan û kirêtkirina rûhê dîmokratî û azadiyê nexasim namzetên partî divê bibin nimuneka geş a dîmokratiyê li seranserî Herêma Kurdistanê û Iraqê çunke xelk partî bi nimuneka paqij û azadiyê dizanît.


Herwiha Mesûd Sernî aşkera jî kir ku,di dirêjahiya peyva xwe de Ebdulxaliq Babîrî bo hemû namzetan diyar kir ku liqê yek bi hemû hêz û şiyanan dê piştevaniya lîst û namzetên xwe bike bo serxstina wan di prosêsa hilbijartinan de.


Li dawiyê de Ebdulxaliq Babîrî piştevanî û harîkariya xwe bo hemûya diyar kir ku li dawiya vê heyvê li 30/4 hilbijartin dê bêne encamdan.

Nûçeyên têkildar