9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Liqê 1 dê ahengekê bo nasandina berbijarên xwe li dar bixe

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info/ Liqê 1 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê dê ahengeke cemawerî li Dihokê bo nasandina berbijarên Partî bo hilbijartinan, li dar bixe.

 

Berpirsê liqê 1 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Dihokê Ebdulxaliq Babîrî ragehand ku hemû amadekarî bo hewa hilbijartinan hatine kirin û ji roja yekê ve partî dest bi prosesa propagendeya kir.

 

Babîrî tekez kir ku dê liqa wan hefteya bê ahengekê li Dihokê saz bike bo nasandina berbijarên Partiya Demokrat a Kurdistanê bo hilbijartinên 30ê vê mehê.

 

Berpirsê liqê 1 li parêzgeha Dihokê diyar kir ku xelkê parêzgeha Dihokê bi hemû çîn û texên xwe ve herdem amadene bergiriyê li partiya xwe ya dayik bikin û dê di hewa propagendiyê deçendîn aheng û çalakî bêne encamdan û dê bê cudahî berbijarên hemû liqên Partî li parêzgeha Dihokê bêne nasandin bo cemawerên parêzgehê.

 

Nûçeyên têkildar