9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Berpirsê liqê 8: Li bin saya siyaseta hekîmane ya Serok Barzanî planên dijî Kurdistanê sernakevin

Çavkanî: KDP.info
Zaxo- KDP.info/ Duh endamê civata serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê û berpirsê liqê 8 birêz (Serbest Lezgîn) simînarek pêşkêşî sendîka nujdarên Kurdistanê tayê Zaxo kir û di vê simînarê de û ji bilî pêşkêşkirina sipasiyê û dest xweşiyê bo nujdaran ku xizmetên miruvayetiyê pêşkêş dikin berpirsê liqê 8 partî behsê nûtirîn pêşhatên siyasî yên di gurpana Iraqa fîdral de û li Herêma Kurdistanê kir.


Serbest Lezgîn amaje da bi peywendiyên herêmê ligel Bexda û ragehand ku piştî wergirtina Nûrî Elmalkî bo cara diwê postê serok wezîrên Iraqa fîdral wergirtî roj bi roj kêşe û qeyrana drust dike û siyaseteke diktaturiyet bi kar dîne û nexasme dijî herêma Kurdistanê ku ta gehştiye wê radê muçê fermanberên herêmê ragirtiye zêdebarî ne hinartina budcê Herêma Kurdistanê û rijdiya wî bo pêşgwuh avêtina maf û daxwaziyên me kurdan, lê û bin saya siyaseta hekîmaneya ya serok Barzanî û serkirdayetiya Kurdistanê hemû ew pîlan ser nagirin û sernakevin û cemawerê me yê Kurdistanê xweragire.

Di tewerekê dî yê simînarê de berpirsê liqê 8 yê partî Serbest Lezgîn amaje da bi wan pêşveçûnên kertê saxlemiyê bi xwe ve dîtî li Herêma Kurdistanê bi giştî û diyar kir ku hikumeta herêma kurdistanê pêtedaneka taybet daye kertê saxlemiyê û xizmetên baş pêşkêşê welatiyan kiriye .

Ji aliyekî dîve berpirsê liqê 8 behsê çewaniya xwe amadekirinê bo sazkirina kongirê sendîka nujdarên Kurdistanê kir û ragehand ku hilbijardinên sendîka nujdarên Kurdistanê bo me zor giringin û hêvî xwast ku bi şêweyekê ektîv pişkdariyê têde bikin û vê pirosêsa dîmokiratiyê serbixin.

Hêjayî gotinê ye ku çaverê ye li heyva çara ya bê de hilbijardinên nûnerên sendîka nujdarên Kurdistanê tayê Zaxo bêne encamdan û pştire li heyva pênca 2014 li Hewlêrê kongirê sendîka nujdarên Kurdistanê bête sazkirin.

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar