9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Berpirsê liqê 1: Ev qunaxe hestiyartirîn qunaxa neteweya Kurde

Çavkanî: KDP.info

 

Dihok-KDP.info/ Ji bo bêtir rêkxstina karê‌ partî li sînorê‌ liqê‌ yek a Partiya Demokrat a Kurdistanê û hoşyarkirin û bi hêzkirina astê‌ kadiran (Ebdulxaliq Babîrî) endamê‌ serkirdayetiya partî û berpirsê‌ liqê‌ yek, du simînarên cuda cuda da bo kadirên lijnên nawçên (Kumate û Aştî û Dihok û Azadî) li dor rewşa deverê‌ û dumahîk pêşhateyên siyasî, pêşkêş kir.


Mesûd Sernî berpirsê ragehandin û rewşenbîriya liqî 1 bo KDP.info diyar kir, piştî rawestiyana deqîqeka rêzgirtinê‌ li ser giyanê‌ şehîdan berpirsê‌ liqê‌ çend runkirinek berdane ser rewşa nuke ya Herêma Kurdistanê û Iraqê‌ û peywendiyên herêmê‌ ligel hikûmeta fîdral, paşan Babîrî behsa qunaxa îro ya herêm têda derbas dibe kir û da diyar kirin ku ev qunaxe hestiyartirîn qunaxa netewê‌ kurd têda dibûrît û pêtviye kurd vê‌ delîva neteweyî û siyasî ji dest nedin û yekrêziya Kurdan ya pêtviye bo gehştina meremên ku bûne xewna miletê‌ kurd, ew jî serxwebûn û dewletbûn e.

Herwiha berpirsê ragehandin û rewşenbîriya liqî 1 got, di tewerekê‌ dî ya‌ simînara xwe da berpirsê‌ liqê‌ diyar kir ku pêtvî ye em weku liqê‌ yek yê‌ partî rêkxstina xwe bi hêzb bikin û kadirê‌ partî divê xwe ava bikin li ser astên bilnd ên zanstî û rewşenbîrî da ku karibin bi baştirîn şêwe xizmeta gel û welat û partiya xwe bikin û bibine nimûna kurdperweriyê‌ di nav civakê de û hest bi berpirsiyaretiyê‌ bikin beramber vî miletî

 

Nûçeyên têkildar