9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Liqên 18 û Yek 23yemîn salvegera raperîna gelê Kurdistanê pîroz kirin

Çavkanî: KDP.info
Dihok-KDP.info/ Bi helkefta salroja serheldana gelê Kurdistanê li bihara sala 1991ê, liqên 18 û Yek yên Partiya Demokrat a Kurdistanê ev roj li gelê Kurdistanê pîroz kirin, ev jî tekesta biruska liqê Yek e:

 Di qonaxên bizava rizgarî xwaza gelê Kurdistanê de gelek rengên xebat û qurbanî danê hatine dan, wek serhildana pêncê heyva sê li behara 91ê ya xelkê serbilndê bajêrê Raniyê dest pêkiriye û pêlên wê bi ser hemû deverên Kurdistanê de vegirtî.

 Serhildan retkirina zulim û zordariyê bû ku di encamp de Kurdistan hatiye rizgarkirin û qonaxa azadiyê destpêkiriye, herwiha serhildan ji berhemê xebata salan ya bereyê Kurdistanê û pêşmerge û şehîdên qehreman û sercem xelkê Kurdistanê û bavê ruhî yê miletê Kurd Barzaniyê nemir bûye.

Bi vê helkeftê bi navê liqê Yek ê Partiya Demokrat a Kurdistanê silav bo xelkê şerefmendê serheldanê û hemû pêşmergên qehreman û şehîdên rêyîa azadiya Kurdistanê û ser karwanê wan Barzaniyê nemir û Idrîsê herdem saxbin.

 Her bi vê helkeftê liqê 18 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê biruskek belavkiriye û têda hatiye:

Berî 23 salan wekî îro li destpêka bihara Kurdistanê û verêja çendîn şoreş û serhildanan, li pêncê adara sala 1991ê yekemîn çirîska serhildanê li bajêrê Raniyê vêket û li duvde pêlên wê hemû deverên Kurdistanê girt û di encamp de Kurdistan li jêr zulim û zordariya rêjîma Be'sa ji nav çûy hate rizgar kirin.

 Bi vê helkeftê û bi navê liqê 18 yê partî û xelkê devera Amêdiyê pîrozbahiyên gerim pêşkêşî xelkê Kurdistanê dikin û bi taybet kes û karên şehîdên bizava rizgarî xwaza miletê Kurdistanê û ser karwanê wan Barzaniyê nemir û Idrîsê herdem sax bin.

Nûçeyên têkildar