9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Elî Ewnî simînarek li Dihokê pêşkêş kir

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info/ Duh 23/2/2014 senterê pêşmerge yê rewşenbîrî li Dihokê simînarek bo berpirsê liqê 20 yê partî (Elî Ewnî) li bin navê "Kesayetiya pêşmergê nû di navbera kêm xwe dîtin û şanaziyê de".

Di simînarê de li ser wê derdeseriya ku gelê Kurd dîtiye li jêr destê dagîrkerên kurdistanê û vê çendê gelek bandor li ser kesayetiya mirovê kurd kiriye û ji aliyê derûnî ve hesta xwe bikêm zanînê li cem takê kurd dirust bibe. 
Navbirî amaje bi rolê xêzanê di avakirina kesayetiya mirovî de û xêzanên lawaz kesên lawaz avadken, kir. Herwiha got jî kultor jî rolê xwe di avakirina kesayetiya mirovî de dibîne û li vêde jî takê Kurd ketiye bin bandora kultorê dewru beran.

Di tewerê dî yê simînara xwe de, Elî Ewnî got: Pêşmerge hîmê hêza xoragiriya kurdane û lewra pêdiviye bi hestekê netewey pewrwerde bibin.

Nûçeyên têkildar