Berpirsê liqê 14 pêşwazî li şandeke Yekgirtûya Islamî kir

Mûsil-KDP.info/ Duh Ismet Receb berpirsê liqê çarde yê Partiya Demokrat a Kurdistanê li baregayê liqê pêşwazî li şandeke Yekgirtûya Islamiya Kurdistanê bi serokatiya Beşîr Fetah berpirsê bingehê Neynewa kir.
Di vê hevdîtinê de herdu alî behsê rewşa êmnahî û xizmetguzariyan li parêzgeha Mûsil û çewaniya baştirkirina vê rewşê û parastina giyanê welatiyan ji kiriyarên tîrorstan kir.
Ji aliyê xwe ve Ismet Receb dûpatkir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê rewşa êmnahiya parêzgehê gelek bi giringî dizanî û di vî biyavî de pêngavên baş havêtine.
Herwisa daxwaz ji şanda Yekgirtûya Islamiya Kurdistanê kir ku rolê xwe bibînin di yek rêzîkirina hemû layenan nexasme yên kurdistanî bo vê qonaxa giring ya kurdistan têda dibûrî




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)