9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Berpirsê liqê 17 yê PDKê digel berpirsên lijnên partî civiya

Çavkanî: KDP.info

Mûsil-KDP.info/ Serbest Babîrî berpirsê liqê 17 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Şingalê digel Ezîz Ebdo berpirsê nivîsîngeha helbijartinan liqê 17 digel berpirsên nawçên PKKê li devera rojavayê dicle kombûnek li dar xist.


Di vê kombûnê de berpirsê liqê 17 behsê rewşa siyasî û êmnahiya deverê kir û herwesa li ser giringiya wergirtina karta elktironî û got jî wergirtina karta elktironî û pişkdar bûn di pirosa helbijartinan de erkekê nîştmanî û netewiye, nexasime bo deverên derveî herêma kurdistanê û zivrandina wan deveran bo himbêza kurdistana dayik.

Herwesa navbirî daxwaz ji endam û kadirên nawçên rojavayê dicle kir, hemû şiyanên xwe bikarbînin bo dabînkirna daxazên welatiyan û belavkirna giyanê birayetî û pêkvejiyanê di nav welatiyan de û welatiyan hişiyar bikin bo giringiya wergirtina karta elktironî û bi heder neçûna dengên kurdan li wan deveran.

Nûçeyên têkildar