9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Liqê 18 simînarek bo Necîbe Necîb endama perlemanê Iraqê li dar xist

Çavkanî: KDP.info

Amêdiyê-KDP.info/ Li Amêdiyê, liqê 18 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê – nivêsingeha rewşenbîrî û ragehandinê simînarek bo Necîbe Necîb endama perlemanê Iraqê li dar xist.

Bi berhevbûna Ferîq Faruq berpirsê liqê û kargêr û kadirên liqê û berpirs û kargêr û kadirên lêjnên bi ser ve, li demijmêr (11) sipêdê bi xulekek rêzgirtin bo giyanê şehîdan û serkarwanê wan Barzaniyê nemir û kak Idrîsê herdem sax, rê û resman despêkir û ji aliyê Ewnî Ertîsî kargêrê liqê û berpirsê nivêsngeha rewşenbîrî û ragehandinê çalakî hat birêvebirin.

Perlemantar Necîbe Necîb di despêka simînara xwe de sipasiya liqê 18 kir ji bo ruxsandina vê derfetê û tewerên simînara xwe diyarkirin.

Sebaret kêşên navbera Herêmê û Bexda Necîbe got budca pêşmergan ser wezareta bergiriya Iraqa fîdral e li gorî desturê Iraqa fîdral ku pêşmerge bi (Pasewanên Herêmê) nasandiye belê ta niha ev çende nehatiye kirin û Bexda musteheqatên pêşmergan nedayne.

Aloziya diwê girêday neftê ye û destxweşî li hikûmeta herêmê kir bo helwîst û dupatkir ku eger bi vî rengî nebû niha rewşa herêmê da wek ya parêzgehên din yên Iraqê ba ku rêjeka mezin ya neftê lê dihête berhem înan û firotin.

Necîbe diyarkir ku pirojek jibo qerebukirina qurbanî û ziyan vêkeftiyên ser destê rêjîma Be'sê, niha li perlemanê Iraqê ye û perlemantarên kurd bi piştevaniya rêzdar serokê hikûmeta herêmê bi hemî şiyanan kar bo pejrandina wê dikin û eger cêbicê bi bî xelkê me dê mifayekê mezin jê wergirin.

Di dawiyê de, Ferîq Faruq berpirsê liqê sipasiya Necîbe kir û amaje da role wê yê berçav û kara di berevanîkirin ji maf û berjewendiyên gelê me li perlemanê Iraqê ku bi dirustî ji hejî wî cihî ye, û paşan derfet bo pirsiyarkirin û diyarkirina raw û buçunan hat dan û bi dirêjî bersiv ji aliyê endama perlemanê Iraqê liser hate dan.

Nûçeyên têkildar