Berpirsê liqê 8 serdana rêvebiriya şehîd û enfalkiryan kir

Zaxo-KDP.info/ Duh Serbest Lezgîn berpirsê liqê 8 yê Partiya Demokirat a Kurdistanê li Zaxo serdana rêveberiya şehîd û enfalkiriyan li bajarê Zaxo kir û ji aliyê Muhemed Hacî rêveberê rêveberiya şehîdan ve hate pêşwazî kirin.
Di runiştinekê de piştî Muhemed Hacî rêveberê rêveberiya şehîdan kurtiyek daye karê rêvberiyê û bername û plana hikûmetê bo dahatî, Serbest Lezgîn dest xweşî li rêveberiya navbirî kir ji bo karasanî û xemxuriya wan digel wêrsên şehîdan û ew xizmetên rêveberiya wan pêşkêşî xêzanên şehîdan dikin û diyar kir ku her xizmeteka ji bo xêzanên şehîdan bihête kirin nagehîte hemberî dilopeka xwîna şehîdan lewra divê hemû layek bi dilsozî dixizmeta xêzanên şehîdan de bin û piştevaniya liqê 8 bo karekê diberjewend da dûpat.
Serbest Lezgîn û şandê digel da sera bingehê bihar yê belavkirina kartên dengdanê kir û xweşhaliya xwe hember vê pêngava komisyonê derbirî û diyar kir ku weku partî hemû deman piştevanîn ku komisuon karên xwe bi şêwekê serbexwe û dûr ji her destkariyekê encam bide.




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)