9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Liqê 8 yê PDKê tîma lawên tîpa pê ya Zaxo xelat kir

Çavkanî: KDP.info

Zaxo-KDP.info/ Ji bo piştevaniya werzişê li devera Zaxo û behelkefta bi destve înana xula Herêma Kurdistanê ser astê lawan û (68)emîn salvegera ragehandina Komara Kurdistanê, liqê 8 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê tîma lawên tîpa pê ya yana Zaxo xelat kir.


Di runiştinekê de digel serokê yanê û rahêner û yarîkerên tîma lawan Serbest Lezgîn berpirsê liqê dest û sipasiyên liqê arastey amadebûyan kir û xweşhaliya xwe bi destve înana vê qaremaniyê derbirî û diyar kir ku îro rojeke giringe di mêjûya bizava rizgarî xwaza kurdî de ew jî 68 emîn salvegera Komara Kurdistanê li rojhelatê Kurdistanê û runahiyek berda ser çewaniya damezrandina komarê ser destê Pêşewa Qazî Muhemed û rulê babê ruhê netewyê Kurd Barzaniyê nemr divê kumarê de di tewerekê dî de berpirsê liqê behsê rewşa werzişî li kurdistanê ew pêşveçûna divan salên dawiyê de bi xweve dîtiye û pwîtedana Hikûmeta herêmê bo werzişê kir û diyar kir ku ev qaremaniya yana Zaxo bi destve îna cihê serferaziyê û şanaziyê ye bo hemû xelkê devera Zaxo û amajekê gelek giringe bo yana Zaxo ku bişêt li paşerojeka nêzîk de pişt bestinê ser şiyanên lawên devera Zaxo bike di qaremanî û xulên kurdistanê û Iraqê de çunku law biniyatê paşerojê ne û berhevî û piştevaniya liqê 8 bo her karekê di berjewendiyA werzIşê da dûpat kir.

Ji aliyê xwe ve Ebdulwehab serokê yanê sipasiya liqê kir ji bo piştevaniya wan ya berdewam bu yana Zaxo û diyar kir ku ev piştevaniye erkê wan girantir dike û palderekê serekiye jibo yarîkeran ku bêtir xwe mandî bikin û destkeftiyên baştir bo devera Zaxo bi desve bînin.

 

Li dawiyê de berpirsê liqê xelat pêşkêşî rahêner û yarîkeran kirin û daxwaza serkeftinê jêre xwest.

Nûçeyên têkildar