Liqê Yek salvegera damezrandina Kurdistan TV pîroz kir

Dihok-KDP.info/ Bi helkefta burîna (15) salan li ser damezrandina Kurdistan TV bi navê liqê Yekê Partiya Demokrat a Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyan arasteyî desteya kargêrî û tevkadir û karmendên wê dikin.
Setelayta Kurdistan TV mînbereka azad bûye û şiyaiye peyama azadî û avedaniyê pêşda çuna kurdistanê bigehînîte tevaya xelkê kurdistanê li cîhanê, û bûye pencereka dîmokrasiyetê û peyva azad û pêşeyiya karê ragehandinê li mîdiya ya Kurdistanê da.
kurdistan tî vî şiyaiye bibîte pirek u dengekê zelal dinav bera her çwar parçên kurdistanê u revenda kurda u derbirînê j hesta neteweyî u nîştîmaniya kurdistanê biket.
Kurdistan TV li astekê pêşkeftî xwe dîtiye û mîdiya Kurdî gehandiye astê cîhanî û berdewam di nûbûnê deye.
Setelayta Kurdistanê di xizmeta çand û zimanê Kurdiyê resen û di erkê nîştîman perweriyê de kêmtirxemî nekiriye.
Dubare yada hewe pîrozbe û daxaza pêşveçun û serkeftinê bo setelayta Kurdistan TV dikin.




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)