9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Bi beşdariya berpirsê liqê 14 ahengek bi helkefta roja ji dayikbûna Pêximberê Islamê hate gêran

Çavkanî: KDP.info

KDP.info/ Bi helkefta roja ji dayikbûna Muhemed pêxemberê Islamê silavên xwedê li ser bin û bi çavdêriya (Ismet Receb) berpirsê liqê 14 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê li parêzgeha Mûsilê û hejmareke kesayetiyên olî ji hemû ol û mezheban û serok hoz û xelkê deverê civata muslmanên Başîkê bi hevkarî digel Yekîtiya Zanayên ayinê Islama kurdistanê liqê Neynewa ahengeke olî bi çendîn çalakiyên cuda yên olî li mizgefta Ebu Bekir Sedîq li nahiya Başîkê gêra.

Di wê ahengê de çendîn peyv hatine xwandin û têda behsê bona serwerê pêxemberan Muhemed pêxemberê Islamê silavên xwedê li ser bin û ayinê îslamê wek ayinê pêkvejiyan û lêborînê hate kirin û li piştre de çendîn birgên cuda ji hozan xwedandin û sirudên aynî hatine pêşkêşkirin.

Nûçeyên têkildar