Berpirsê liqê 14 yê PDKê serdana nahiya Başîkê kir

KDP.info/ Duh Ismet Receb berpirsê liqê 14 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê li parêzgeha Mûsil serdana nahiya Başîkê kir û digel berpirs û karmendên civata Siryanî ya nahiya navbirî civiya.
Di wê kombunê de behsê rewşa nahiya Başîkê û pêkve jiyana aştiyane ya di navbera pêkhatên deverê de herwesa kêm û kasiyên deverê û çawaniya çareserkirina wan kêm û kasiyan hatekirin û di peyvekê de berpirsê liqê 14 yê partî berheviya liqê bo her harîkariyeka pêdvî diyarkir.
Her di çarçovê wê seredanê de bo nahiya Başîkê berpirsê liqê 14 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê li parêzgeha Mûsil serdana mala rewşenbîran li nahiya Başîkê kir û digel hijmareka rewşenbîr û hunermendên deverê kombû û ji nêzîk ve li ser rewşa bizava rewşenbîrî û daxwaziyên wan agehdar bû û berheviya liqê 14 yê partî bo her harîkareyka pêdvî diyarkir ji pêxemet bêtir xizmetkirina kertê rewşenbîrî li deverê.




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)